Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê di hevpeyvîna bi ANF’ê re mijarên di rojevê de yên der barê weşanên Tarîqata Gulen ên li hemberî Tevgera Kurdan, şerê desthilatiyê yê AKP'ê û Cemaeta Gulen nirxand. Karayilan destnîşan kir ku dibe êrişên li ser wekîlên BDP’ê jî pêk bên.

'Cemeatê hevdîtinên Osla aşkere kirin'
Karayilan destnîşan kir ku Cemaeta Fethullah Gulen nijadperest, lê di heman demê de jî berjewendîperest e jî. Karayılan got; “ Pirsgirêka herî sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û pirsgirêka herî cidî û mezin e. Lê belê Cemaeta Gulen xwes vê pirsgirêkê li hemberî AKP’ê bi kar bîne. Bi vê yekê xwest AKP’ê bixe nava zoriyan, MÎT’ê û rawêjkarê MÎT’ê bê bandor bihêle. Ji ber wê jî hevdîtinên Osloyê kir mijara darazê. Lê ev hevdîtina Osloyê di bin çavdêriyeke navneteweyî de pêk hat û her du aliyan jî sond xwaribûn ku van hevdîtian aşkere nekin. Her çnedî ev hevdîtin bi ser neketin jî û xetimîn jî, lê dîsa jî Cemaetê hewl da ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”
Karayilan destnîşan kir ku pevçûnên di navbera APK û Cemaetê de dê berdewam dike û diyar kir ku Cemaeta Gulen xwe bi awayê Ergenekona Kesk di dewletê de bi rêxistin kiriye. Karayilan diyar kir ku ew nizanin ka Erdogan çiqas çavê xwe ji vê yekê re digiare. Karayilan got; “Dê AKP jî li hemberî vê yekê helme bike. Karayilan destnîşan kir ku dê AKP jî li hemberî Gulen hin hemleyan bike û got; “Lê divê mirov hêza Cemaetê ya di nava dewletê de biçûk nebîne” û destnîşan kir ku xwe bi awayê Ergenekona Kesk bi rêxistin kiriye.

'Operasyona KCK'ê projeya Fethullah Gulen e'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de tên ekirin û diyar kir ku ev operasyonane projeya Cemaeta Gulen in. Karayilan diyar kir ku pêkanînên dagirkerî yên di vê demê de ji yên dema Çîllerê jî derbas bûne.

'Dibe wekîlên BDP'î bibin hedef'
Karayilan bal kişand ser gotûbêjên der barê betalkirina parlementeriya Parlementerê BDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş de û diyar kir ku mesele ne tenê ya Birêz Aktaş e û got; “Ji ber wê jî parlementeriya Birêz Kemal Aktaş pir girîng e. Yanî ger AKP tiştek wiha bike, dê aşkere bibe ku dê AKP dest bi şereke berfirehtir bike, di hedefa vî şerî de dê ne tenê PKK û KCK hebin, dê bi awayeke aşkere li hemberî siyaseta Kurdan dest bi hewldanan bike.” Karayilan destnîşan kir ku ger parlementeriya Aktaş were betalkirin, dê dor were parlementerên din ên Kurd.

'Projeya AKP'ê ya çareseriyê nîne'

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser gotûbêjên bi awayê “Dibe hikûmeta AKP’ê di biharê de hin pêngavan biavêje û dest bi pêvajoyeke nû bike” û diyar kir ku ger ji bo tesfiyekirina tevgera Kurdan tiştek wiha bike, ev yek dibe çêbibe. Karayilan destnîşan kir ku ger hikûmeta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngava biavêje, divê biryareke nû bide. Karayilan diyar kir ku sedema xetimîna hevdîtina li Îmralî û Osloyê jî ew bû ku AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu biryarek nedabû.”
Karayilan diyar kir ku heta niha hikûmeta AKP’ê di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de tu biryarek nedaye û bal kişand ku zêdetirê 7 mehan e hevdîtinên parêzeran û malbatê bi Ocalan re têne astegkirin. Karayilan diyar kir ku ji ber wê jî AKP di biharê de dest bi pêvajoyeke nû nake.

'Çareserî bi rewşa Îmralî ve girêdayî ye'
Karayilan destnîşan kir ku heta şert û mercên Îmraliyê neyên sererastkirin, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd jî nayê destpêkirin û got; “Niha ji bo gelê Kurd di nava bendewariyan de bihêlin û enerjiya wan a ji bo tekoşînê lewaz bikin, dibêjin “Dê hevdîtin pêk bên û dê pirsgirêk çareser bibe”. Senaryoyên wiha çêdikin, lê tiştek wiha tune ye.” Karayilan destnîşan kir ku dixwazin bi van senaryoyan pêşî li tekoşîna girseyî ya gelê Kurd bigirin.”

Peymana AKP û Sûriyeyê ya veşartî
Karayilan bal kişand ser nûçeyên der barê tevgera wan li Sûriyeyê de ku di çapemeniya Tirk de têne belavkirin û diyar kir ku AKP’ê bi Sûriyeyê re peymanek veşarî mohr kiriye. Karayilan got; “Yanî wiha hatiye gotin; “Ger hûn alîkarî bidin PKK’ê em ê wê demê mudaxele bikin û ji bo hilweşandina desthilatiya we em ê her tiştê bikin.” Tehdîdek wiha li Sûriyeyê hatiye kirin.” Karayılan diyar kir ku hevkarî an jî îtîfaqa tevgera wan bi rejîma Sûriyeyê tune û nûçeyên di vî warî de careke din derewand.

'Li rojavayê Kurdistanê PKK tune'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Niha li rojavayê Kurdistanê PKK tune ye. Ev nûçeyan bi temamî derew in. Tê zanîn ku hezkirin û rêzdariyeke mezin a gelê Roajvayê Kurdistanê, yanî Kurdên Sûriyeyê ji bo Rêber Apo heye, vê yekê her tim nîşan didin.” Karayilan diyar kir ku ew piştgirî didin gelê Rojavayê Kurdistan û got; “Em ê her tim li pişt gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikin, em piştgirî didin daxwaza wan a “Xweseriya Demokratîk” û em ê piştgirî bidin. Lê hêzên me li wir tune ye.”
Karayilan diyar kir ku PYD ne baskek ê PKK’ê ye û diyar kir ku PYD partiyeke sivîl û ya wê herêmê ye. Karayilan ragihand ku ew piştgirî didin hemû partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê.

ANF/BEHDÎNAN