WÊRANŞAR: Rêvebirên BDP'ê û xebatkarên şaredariya Wêranşarê jî di nav de gelek kesên ku li ber şaredariya Wêranşarê lihev civiyan bi daxuyaniyekê xwestin şaredara wan bê berdan. Rêvebirê Şaxa Tum Bel Senê Şeyhmus Çakirtaş daxuyanî da û got; "Dibê hilbijêr bên berdan. Heke girtî bên berdan dê Tirkiye parçe nebe. Wê demê dê demokrasî biser bikeve. Em dixwazin Şaredara me Leyla Guven û hemû kesên ku ji aliyê gelê Kurd ve hatine hilbijartin ji demeke ya din zûtir bên berdan."
PIRSÛS: Li navça Pirsûsa Rihayê jî çalakiya pêncşema reş li ber avahiya xizmetê hat lidar xistin. Cîgira Şaredar Hulya Demîr, Endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Sendîkaya Genel, Îşê Bekîr Koştî daxuyanî da û wiha axivî: "Faşîzma AKP'ê Tirkiyê dê ber bi felaketeke mezin ve bibe. Em ji vê derê bang li Erdogan dikin û dibêjin; êdî bes e. Destên xwe ji pêsîrên gelê Kurd vekişînin. Bi kuştin û girtinan hûn nikarin dengê gelê Kurd bibirin." Koştî xwest tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
QOSER / DÊRIK:  Yek ji cihên ku çalakiya pêncşema reş hatî lidar xistin jî navça Qosera Mêrdînê bû. Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan, Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, Rêvebirên BDP'ê û xebatkarên şaredariya Qoserê tevlî çalakiyê bûn. Altan Tan li vir axivî û got; "Dixwazin vîna gel bişkênin. Vê yekê jî bi girtinan dikin. Dibêjin heke em bigirin û bitirsînin ew ê dev ji vê têkoşînê berdin. Lê em jî dê bidomînin. Me gelek caran got, em niha jî dibêjin. Hûn ev 100 sal in heman karî dikin. Lê we biser nexist. Dev ji vê rê berdin. Bihêlin bila gel êdî êş nekişîne. Bila li Tirkiyê êdî xwîn nerije." Di çalakiya li Dêrîka Çiyayê Mazî de jî hat diyarkirin ku heke li girtîgehan mirin pêk bên û daxwazên girtiyan ji nedîtî ve bê dîtin dê rewşên giran bên jiyîn û tekane berpirsyarê vê yekê jî dê hikûmeta AKP'ê be.
PEYAS: Li navça Peyasa Amedê jî çalakiya pênceşa reş di 13'emîn hefteya xwe de jî hat lidar xistin. Di çalakiya ku Şaredarên BDP'î, Nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl û Rêvebirên BDP'ê tevlî bûyîn de pankart hat vekirin û hişyariya pêvajoyê hat kirin. Şaredariya Licê Fîkriye Aytin daxuyanî da û wiha axivî: "Tekane sûcê hevalên me xizmeta ji bo gelê xwe bû. Heke ew ji ber vê yekê sûcdar in, em jî sûcdar in. Em bêtehemmûliya li hemberî parastina Kurdî jî şermezar dikin. Em piştgiriyê didin sekna hevalên xwe ya birûmet. ."
ÊLIH: Li Êlihê jî Cîgirê Şaredarê Êlihê Hamza Ayîş jî di 114'emîn hefteya çalakiya pêncşema reş de axivî û got; "Ji 8 hezar kesî zêdetir mirovên me di girtîgehan de dîl hatine girtin. Pêkanînên 12'yê îlonê li hemberî gelê me tê bikar anîn. Hemû mirovên me bên girtin jî ev şaredarî ji AKP'ê re namîne, bila ev yek baş bê zanîn."

NAVENDA NÛÇEYAN