Amos piştî derbarê hevdîtinên xwe yên li Şamê de agahî da Konseya Ewlekariyê ya NY’yê, civînek çapemeniyê li dar xist û got: “Her wiha min ji hukûmeta Sûriyeyê ragihand ku ew ê têkiliyên xwe yên bi muxalîfan re jî zêdetir bikin.”
Ji ber şer û pevçûnên ku 21 meh in li Sûriyeyê berdewam dikin herî kêm 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.
Pevçûnên dijwar rû didin
Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên di navbera artêşa rejîmê û komên muxalefeta çekdar de bi dijwarî berdewam dikin û ne tenê Heleb û Şamê yên kuş erê djwar lê diqewimin her devera ku komên çekdar dikevinê rastî toperana top û balafirên rejîmê tê.
Artêşa rejima Sûriyeyê çiyayê Ebdilezîz yê 30 km dûrî bajarê Hesekê ye bombebaran kir.
Li Hesekê dengê teqînên pir bi hêz tê bihîstin, li gor agahiyan artêşa Sûryê bi bombeyan ji gundê Melediye yê girêdayî Xemail ya 13 km dûrî navenda bajêre li ser riya Dêrelzor di avêje gundên çiyayê Ebdilezîzê ku derdora 30 km dûrê bajarê Hesekêye.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, çiyayê Ebdilezîzê 4 ketîbeyên artêşa azad serê vê sibê bi mebesta êrîşeke li ser bajarê Hesekê li wir bi cihbûn. Di heman demê de dengê gula ji taxa Xoêran ku piraniya şîniyên wê kurdin, hat.
NEW YORK