Rojnameya Frensî Le Monde destnîşan dike ku bi buyerên dawî yên li herêmê re siyaseta Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmed Davûdoglû ya derve xitimiye û ji bo pêşiya vê were vekirin, di çarçoveya senaryo û planekî de ev rewşa heyî ku wekî qeyran xuya dike xistine dewrê.
Le Monde dibêje: Bi taybetî piştî ku Tirkiye ji nişka ve li dijî Lîbya, Sûriye û Îranê, di bereya NATO de cih girt puan winda kirin. Lewra ev biryarên Tirkiyeyê yên li dijî Îsraîlê, ji bo ji nû ve zindîkirina populerîteya xwe di nav van welatan de ne.
Hin çavdêrên siyasî, vê rewşa dawî, bi serdana Erdogan ya Gazzeyê/Xazzeyê ku hema piştî daxuyaniyên aliyê Tirk yên der barê Îsraîlê de nûçeya wê hat ve jî girê didin. Li gor Le Monde, sedemek din ya sereke jî dibe ku biryara li dijî Îranê bicihkirina fuzeyên NATO’yê li Tirkiyeyê ye. Rojname her weha lezgîniya wergirtina biryara Tirkiyê ya der barê Îsraîlê de jî wekî rewşek balkêş bi nav dike û vê jî wekî nîşaneyek din ya vê senaryoyê bi nav dike.

Di şîrove û nirxadninên di bêhtirê çapemeniya Rojhilata Navîn de jî tê îdîakirin ku wê ti peymanên navbera Îsraîl û Tirkiyê neyên betalkirin, peymanên ku ji avrûyê re niha hatine rawestandin jî wê di demek nêzîk de ji nû ve bikevin pratîkê.

PARÎS