Demîrtaş serê sibê li qada Azadiyê, ji aliyê Endamê Meclisa Partiyê M. Siddik Akiş, Hevserokên BDP'ê yên bajarê Colemêrgê Esmer Tekîn û Rahmî Kûrt, Şaredar Fadil Bedirhanoglu, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û şaredarên navçeyan hat pêşwazîkirin.

Demîrtaş destpêkê beşdarî merasîma vekirina otogarê bû û dûre derbazî avahiya şaredariyê bû. Demîrtaş li ber avahiya şaredariyê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma "Kurdistan bi we serbilind e" hat pêşwazîkirin. Demîrtaş di axaftina xwe ya li vê derê de Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi sorkirina şer rexne kir û wiha got: " Gava gelên vê axê bi awayekî azad çand û zimanê xwe bikar bîne, navê wê aştî ye. Demîrtaş bal kişand ser hevdîtinên wan ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine û destnîşan kir ku bi van hevdîtinan re ew bi lez û bez ber bi aştiyê ve meşiyane.
Hevserokê BDP'ê axaftina xwe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hevdîtinê de birêz Ocalan ji me re got; 'Dewletê 14 salan serî li me gerand. Me xapandin û xwestin pirsgirêkê bi vî rengî çareser bike.' Gava em çûn giravê, me dît ku rêberekî gelekî ku di nava çar dîwaran de fikir, nêrîn û zanyariya xwe parastiye û em pê re ser bilind bûn. Li gel tedbîrên ewlekariyê, yekane mirovê azad ê li wê giravê birêz Ocalan bû."

 DÎHA/COLEMÊRG