Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker li vir daxuyanî da û got; "Di demên dawiyê de 36 HPG'î bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. 35 parêzerên ku Ocalan diparastin hatin girtin, 35 rojnamevan hatin girtin. Herî dawî jî di encama bombebarana balefirên şer ên artêşa tirk de 35 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Bedelê vî şerî, xweza, gundî, kedkar, jin û zarok didin. Ocalan ev 160 roj in di bin tecrîdeke giran de ye. Ev yek jî têrê nekir cezayê disîplînê lê birîn û avêtin hûcreyê. Tu rêgezên gerdonî û ciwan vê yekê qebûl nake. Divê parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Li vî welatî riya aştiyê ji mûzakereyan derbas dibe. Pêkanîna mûzakereyan jî ji serbestberdana Birêz Ocalan pêkan e.
'Em ji jiyana xizmên xwe bifikar in'
Teker bal kişand li ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: "Qedexeya zimanê Kurdî, astengkirina tedawiya girtiyên nexweş, sirgûn, tundî, îşkence û cezayên keyfî me dixe nava fikaran. Ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo Ocalan hatiye destpêkirin bê bidawîkirin û êşên nû neyên jiyîn divê ev daxwaza maqûl bê qebûlkirin."
'Tecrîd ket roja 160'an'
Di daxwaznameya ku ji wezaretê re hatiye pêşkêş kirin de ev hevaok hatin rêzkirin: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev 11 sal in rastî tecrîd û îzalasyoneke giran tê, tevî vê yekê jî ji bo biratiya gelan û dajîna çanda wan têdikoşe, her wiha hêviyên me yên aştiyê geş dike ev 160 roj in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev jî têrê nekir rastî cezayê disîplînê hat. Ev yek nayê qebûlkirin. Demildest divê şert û mercên hevdîtin Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re bên amadekirin. Em dixwaz dikin ku girtîgeha Îmraliyê bê girtin û bê berdan. Em dosyaya xwe ya ji bo binpêkirina mafên girtîgehên din pêşkêşî we dikin û dixwazin di vê mijarê de xebateke berfireh bê kirin."
DÎHA/ENQERE