'Bê serok jiyan nabe'

Haberleri —

Bi hezaran şêniyên ji bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê, bajarokê Çilaxa, Til Koçer û gundên girêdayî wan û ji kampa Newrozê yên li kantona Cizîrê, bi xwepêşandanekê tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kir. Girseyê bi yek dengî got “Bê serok jiyan nabe” û li meydana Azadî ya bajarê Dêrikê kom bû. 

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hevserokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat, endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn, Hevseroka Desteya Aborî Hevrîn Mustefa, endamên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk û nûnerên navend û saziyên civaka sivîl bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, Suryanî û Kurd tevlî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandana bi organîzeya Tevgera Civaka Demokratîk ji Meydana Azadî dest pê kir û Çerxereya Şehîdan dewam kir. Hevserokê Desteya Karê Hundir Kenan Berekat li vir axivî û bi gotina “Azadiya gel bi azadiya Rêberê wî Abdullah Ocalan ve girêdayî ye” îşaret bi girîngî û heyatîbûna azadiya Ocalan kir. 

Berekat di dawiya gotinên xwe de got, ji bo Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê were avakirin divê Hemleya Rizgarkirina Minbic û têkoşîna gel bidome.

Perwîn Mihemed Emîn jî li ser navê Kongreya Star ji rêxistina CPT û rêxistinên Mafên Mirovan ên navneteweyî xwest ku dest werdin rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desteyeke sivîl ji bo serdana wî were avakirin.


 DÊRIKA HEMKO

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.