Van bûyerên çend rojên dawî, li ser Behra Reş hin nêrînên neyînî anî rojevê. Bi vê mijarê ve girêdayî, Behra reş, ji aliyên hin kesan ve wek ciheke li himberê şoreşa Kurdistanê têne nirxandin. Birastî hin pratîkên ciwanên Behra Reş jî hêz dide van nêrînan, hin fikrên wisa ne di cî de xurt dikin. Lê di rastiyê de Behra Reş, ne ciheke wisa ye ku ji destên faşîstan re were terikandin.

Behra reş bi dîroka xwe ve hatiye nîşankirin ku wareke berxwedaniyê ye. Kesên ku ji xwe re bêje ez şoreşgerim û Behra Reş wisa neyînî binav bike, ew çiyayên Behra Reş, ew bajar, ew kevir, dar û daristanên Behra Reş, dê hesab bipirse ji wan...
Ji her tiştî wêdetir, ruhiyeteke îsyankar, hêsteke birûmet, baweriyeke biwate kûr û biquwet e Behra Reş.

Çawa?
Di dîroka Osmaniyan de, gava ku rêxistina kedkaran dihat nîqaşkirin, di pêş de Behra Reş hebû, ne tenê nîqaş, yekemînên tevgerên kedkaran jî di sala 1863'yan de li Behra Reş hate damezrandin. Gîresûn, Sînop û Samsûn, heta Tonya, heta Hemşînê, ji dema tevgerên modern nehatibûn rojevê bigirin ango ji dema Osmaniyan virve cihê berxwedaniyê bûn.
Ne tenê ew, di dîroka Tirkiye'yê de, ango Cûmhûriyet, hin kesên ku li dijî rejîma Kemalîst ber xwe dane, piraniya wan jî ji Behra Reş derketine. Wek mînak, ji wan yek jî, Mistefa Sûphî, ku dîsa li Behra Reş hate xeniqandin, Seroka Komîte ya Navenda TKP'yê bû. Pergala netewî ya wê demê, bi xwêra hebûna TKP'yê ji Şûr'a ya Rusiyan alîkarî hilda, lê dawi ya dawiyê Mistefa Sûphî û hevalên wî li Behra Reş xeniqand.
Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistan PKK destpê kir, gelek ciwanên Behra Reşiyan jî di nav de bûn. Hê ku ji bo damezrandina partî ya PKK xebat tê de çêkirin, Hakî Karer hat şêhîd kirin. Di xebata damezrandinê de jî dîsa wek rûmeta Behra Reş Kemal Pîr hebû. Kemal Pîr, ne tenê ji bo Kurdistan, di dîroka mirovahiyê de azmûneke wisa mezin da ku, heya ku mirovahî pîvana exlaq û wîjdanê nîqaş bike, dê navê Kemal Pîr jî were hijmartin. Piştî wan jî gelek ciwanên Behra Reşî xwe gihandin ji tevgera şoreşê û di nav şoreşê de jinayeke wek mînak jiyan, tekoşîneke wek mînak dan pêş mirovahiyê. Hê jî xort û ciwanên wisa di nav şoreşê de ne, ber xwe didin, têdikoşin, di nav şerê de, ji bo biratiya gelan, ji bo şoreşa azadiyê di nav xebatên zehmet û dijwar de dijîn.
Xêynî wê jî, ne tenê ji bo şareşa Kurdistan, di demê de, ji bo şareşa Tirkiyeyê jî şoreşgerên herî bi cesaret, şoreşgerên herî xurt jî ji Behra Reş derketibûn. 1930 wan demana di nav TKP'iyan de, 1960 wan deman da di nav TIP'ê de, Di nav tevgera meheliman (TÖS)'ê de, di nav TÖBDER'ê de, Dev-Genç û di nav tevgera 68 û 78'an de, hêza van xebatên dijwar piranî ji Behra Reş dihat. Wekî Terzî Fikrî ya ku di dîroka şoreşgeriyê de rûmetek e, wekî Bayram Alî Tatoğlu ya Rîze'yê gelek însanên tekoşer hene ku ne tenê rûmetên Behra Reş, rûmetên mirovahiyê ne. Ji wan wêdetir, gelek şoreşger, gelek tekoşer hene ku ji Behra Reş derketine, di nav gelê xwe de, di nav civak û herêmên xwe de xebatên gelek dijwar meşandine, wek bênav şêhîd ketine, bûne şêhîdê mirovahiyê. Bi xêra va mijarê, wek mînak em bijmêrin, Abdullah GULBUDAK (1945 - 15 Gulan 1983), Abidin YILMAZ (1962 - 1980), Abdurrahman ÇETÎN (1961 - 10 Cotmeh 1980), Abdulkadir ADANIR (1954 - 7 Qanûn 1977), Adem OZER (1958 - 9 Qanûn 1980), Adil BîLîR (1943 - 23 Temmuz 1979), M. Adil OLCAY ( ... - 16 Cotmeh 1979),  Adil YILMAZ (1952 - Çile 1981), Adnan ONK ( ... - 21 Çile 1978), Adnan OZYURT (1958 - 12 Cotmeh 1978), Adnan ŞAHÎNGOZ ( ... - 15 Qanûn 1977), Ahmet ATO (1960 - 8 Tebax 1978), Ahmet AYTAÇ ( ... - 21 Hezîran 1977), Ahmet ÇETÎN (1951 - 16 Adar 1987), Ahmet ERÎKLÎ ( ... - 30 Tebax 1977), Ahmet GURLER ( ... - 15 Qanûn 1980), Ahmet GUZEL ( ... - 28 Îlon 1979), Ahmet KILIÇ (1961 - 31 Gulan 1981), Ahmet OZASLAN (1948 - 8 Qanûn 1979), Ahmet PEHLÎVAN (1953 - Hazîran 1984), Ahmet SAKÎN ( ... - 15 Mijdar 1980), Ahmet Şerîf SATILMIŞ ( ... - 4 Nîsan 1978), Ahmet TURAN (1954 - Hezîran 1979), Ahmet UZUN (1956 - 16 Çile 1981), Ahmet YUKSEL (1961 - 27 Cotmeh 1980), Alaattin AYDEMIR (1942 - 6 Temmuz 1979), Alaattin BOLUKBAŞ (1957 - 20 Cotmeh 1980), Alaattin MURTAZA (1961 - 31 Gulan 1981), Alaybey YILMAZ (1956 - 24 Hezîran 1982), Ali AKSU ( ... - 21 Nîsan 1977), M. Alî ARUN ( ... - 12 Hezîran 1980), Alî AYVAZ ( ... - Cotmeh 1978) û hew...
Van hemûyan jî nîşan dide ku Behra Reş warê şoreşê ye, gelê Behra Reş ne gelekî faşîst e, van serobinobûn jî bêhnên dawî ya provakatoran e. Êdî kes nikare dema rizgariyê û aşitiyê paş ve bizivirîne, bi lîstikên Behra Reş qet...