Komîsyona Tenduristî û Derdorê ya ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajar ve hate avkakirin, ji bo xebatên avakirina HES'an kontrol bike çûn li bendava gundê Morgedikê ya navçeya Muradiyê lêkolîn kirin. Endamên komîsyonê Alî Kalçik, Koçer Îmre û Bekir Karabalik, li cihê bûyerê lêkolîn pêk anîn û lêkolîna xwe kirin rapor. Endamên komîsyonê diyar kirin ku avakirina bendavê di sala 1998'an de dest pê kiriye û tê armanckirin ku di sala 2013'an de bi dawî bibe. Endomê komîsyonê anî ziman ku piştî avakirina bendavê biqede dê bendav tije av bibe û 13 gund di bin avê de bimîne. Heyetê, anî ziman ku ji ber bendavê dê bi hezaran welatî koçber bibin û ji warê jiyanê wêran bibe. Endamê komîsyonê Alî Kalçik, diyar kir ku ev bendava tê avakirin hevsengiya ekolojiyê xera dike û wiha got: "Ev bendav li dijî xweza û ekolojiyê ye. Divê bi lezgîn avakirina wê bê rawestandin. Tu fêda wê ji bo gelê Bêgirê û gelê herêmê tune. Armanca vê bendavê hewldanên siyasî ne."
'Divê bi lezgîn avakirina bendavê bê rawestandin'
Kalçik, anî ziman ku bendav dê zirarek mezin bide gundiyên herêmê û wiha got: "Piştî ku avakirina bendavê bi dawî bibe dê zirarek mezin bide gelê herêmê û gundiyan. Dê hevsengiya xweza û ekolojiyê xera bike. Dê gelek cureyên nebat û zindîweran di bin avê de bimîne û bimirin. Ger ku bendav bi dawî bibe dê gundên Morgedik, Devtaşî, Kullu, Çiyan û gelek gundên din de di bin avê de bimînin û welatî dê ji war, çand û nirxên xwe dûr bikevin.
WAN