Di dîroka însanetiyê de rojên teng û bi êş gelek in. Wekî ku avêtina bombeya atom ya Nagazakî, avêtina bombeya kîmyeyî ya Helepçe, wekî 1'ê Îlonê ku artêşa Hîtler di rojekî de kuştina hezaran Yahudî pêk anî bû ew, gelek rojên wisa di dîrokê mirovahiyê de cihê xwe ya reş girtine. Ew rojên taybet bi xwe, ji bo avakirina rojên aştiyane jî hişmendiyek di mêji ya mirovahiyê de wek hewcetiyek bicîh bike û ji bo aşitiyê xebat were kirin jî bi wate ye, û amûra jibîrnekirin ya sedemên êşan e. 
Carina wisa dibe kû, pênûsa meriv şerm dike. Şerm dike ku binivîse. Ew êşên ku ji aliyê mirovahî ve li ser mirovahî hatiye danîn, nivîsandina vê yekê ji bo pênûsan êş e, zehmet e. Ji ber ku dijminatî û ew buyerên ku bi mahne ya dijminatiyê hatiye kirin, reşitiya mirovahiyê ye. Êşên ku ji însan tê însan, tu pêdivî ya xirabiyên din nahêle. Her tişt ji hêrsa însan, ji kemasiya însan, ji çavsortiya însan, ji çavbirçitiya însan, ji nezaniya însan û ji kêmasiya însanê tê. 
Dîroka Tirkiyeyê jî, bi buyer û reşitiyên wisa ve têr û tijî ye. Jiber ku nezanî, paşve mayîn, pergala rêvebirina Tirkiyeyê ye. Li her mehan binêrin, di dîroka Tirkiyeyê de yek bi yek li her mehê binêrin, reşitî, nezantî, kujitî, qetlîamê ve tijî ye. Ne meh, hefte, rojane lê binêrin, rojekî Xwedê nîn e ku paqij mayî be. Nezantî, ceberûtî û zorkerî yên ku li dîroka Tirkiyeyê cih digirin, însan şerm dike ku bijmihêre.
Meha berfenbarê jî wisa ye. Her sal, heya ku zordestî li cihê xwe radiweste, her sal reşitiyek ji resşitiyan zêde dike. Heya niha buyerê Meraş, ya bi reş di mêjî ya însanan de ciheke nexweş digirt, lê ava salên borî, bi lez du buyerên reşitî lê zêde kirin. Ji wan yek kuştina 28 kesên girtiyên berxwedêr, ya din jî qetlîama Roboskî.
Dîrok dimeşe, dem diguhere, însanetî bi gavên piçûk ve be jî pêş ve diçe, lê pergala Tirkiye yê hê jî hijmara rojên reş lê zêde dike û diavêje heqîba însanetiyê. 
Ev yek hate merhaleyeke wisa ku, êdî dilê civak nikare barê van êşan bikşîne. Ji ber wê, ne tenê protestokirin a van xirabiya pergalê, ew tişt êdî ne bitesîr e, êdî civak, bi rê û rêbaziya berxwedaniyê, bi rê û rêbaziya pergaleke mirovî, li pêy lêgerîneke xurt e. Taybet li Kurdistan, êdî ev yek ji berê ve hatiye zelal kirin. Bi civak, bi sazî, bi hêst, bi bawerî, yek bi yek mirovên Kurd, dayik, zarok, kal, pîr, xwendî, nexwendî, ciwan, feqîr û xizan, em dikarin bêjin di piştî tekoşîneke bi zor û zehmet, piştî dehan salan, êdî li Kurdistan baweriyek wisa ku bi protesto û bi banga rê ya rastî hin tişt werin sererast kirin û bi rêyeke mirovahiyê ve were çareserkirin, kes ne bawer e...
Li gorî min hewcetiya gelê Tirkiyeyê tevahî jî şêwazeke wisa, tevgerîneke wisa ye, ango qutkirina benda xwe ya pergalê ye. Heya ku ji aliyê civakê ve avakirina jiyaneke nû, avakirina tekilî ya civakeke nû neyên saz kirin, wê hijmarên rojên reş di dîroka Tirkiyeyê de dê zêde bibin.