Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê de li ser daxuyaniyê û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê û kuştan Kurdan rawestiya. Kişanak, bal kişand ser welatiyên sivîl ên bi bombe, gule û êrîşên polîsan jiyana xwe ji dest didin û da zanîn ku heta niha polîsek jî nehatiye darizandin û cezakirin.
Kişanak li ser bikaranîna bombeyên gazê ya polîsan ev tişt got: “Îro li Yalovayê Çayan Birben bi bombeya gazê birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera Metîn Lokumcu yê ku li dijî HES'ê derket û helwesta AKP'ê şermezar kir bi bombeya gazê hate qetilkirin. Ev hemû cînayet in. Heta niha li darazê ev cînaeytên bi bombeya gazê nehatine ronîkirin û polîs nehatine darizandin.” Kişanak, da zanîn ku di nava hikûmetên Tirkiyeyê de hikûmeta AKP'ê hikûmeta herî zêde derewan dike, herî zêde li hemberî gel sûc dike, herî zêde mafên mirovan binpê dike, herî zêde despot û dirû ye û wiha axivî: “Bi qasî misqalekê qîmetê mirovan li cem hikûmetê tune. Ji ber ku li cem hikûmetê dewlet pîroz e û her tiştî ji bo dewletê ye.”

'Karê AKP'ê kuştin e'
Kişanak, da zanîn ku hikûmet dewlet bi xwe ye û wiha berdewam kir: “Em tenê rûyê wê yê bi bombe kuştin, binçavkirin, girtin û zorê dibînin. Me heta niha her tim li dijî vê zor û desthilatdariyê têkoşîn da û dê ji niha û şûnde jî em de li diji zilm û zordariyê têbikoşin.”
Kişanak, destnîşan kir ku dewlet di bin desthilatdariya hikûmetê de ye û niha li gel zulmê dike û wiha axivî: “Serokê Meclisa Tirkiyeyê li hemberî hikûmetê teslîm bûye. Ger ku li welatekî serokê meclisê bêje ez nikarim, tiştek di destê min de tune, wê demê hikûmet dîktatoriyê dike.”

Polîsan 53 waletî qetil kirin
 
Kişanak, bilêv kir ku dewlet di bin desthilatdariya Serokwezîr Erdogan de tê birêvebirin û niha rewatiya xwe winda kiriye. Kişanak, AKP şiband serdestiya Hîtlerê û wiha pêde çû: “Hîtler dixwest zordestî û serdestiyê li ser her tiştî bike. Niha hikûmeta AKP'ê jî heman tiştî dike. Daraza dewletê jî bi hukmê Hîtleran darizandinê dike. Li cem dewletê qîmetê welatiyan tune. Komkujiya Roboskê jî encama vê yekê ye. Divê ez ê bikujim û hesap jî nadim.” Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku serokwezîr vê hişmendiya zordarî diparêze û ev tişt lê zêde kir: “Em dîsa ji Serokwezîr Erodgan dibêjin kujer li kune? Kê ferman da? 5 mehin dewlet çima bêdeng e? 5 meh in hikûmet û dewlet dixwaze ser komkujiyê bigire. Bila Erdogan edebiyatê nake. Bila hesab bide. 53 kes di serdema hikûmetê de bi gule, bombeyên polîsan di çalakiyan de hatin qetilkirin. Ka çima hesap nadin? Mehmet Uytun bi bombeya gazê hate qetilkirin. Çima kujer nehat darizandin. 14 kes bi bombeya gazê hatin qetilkirin. Hem dê hesap nedin hem jî dê edebiyata milet bike. Ev saltanat û serdestiyê ye. Li ser êşên dayikan siyasetê neke. Tu 10 salî li ser îxtîdarê ye. Te ji bo rawestandina şer çi kir?”
Kişanak da zanîn ku Erdogan bi gotina “BDP panpanokiyê miriyan e” gotina herî bê terbiye bê sinc bikar aniye.
Kişanak, destnîşan kir ku bi vê gotinê bêhurmetiya herî mezin li hembrî 34 welatiyên roboskiyê kiriye û wiha got: “Ne malbatên gerîla, ne jî malbatên leşkeran tu mafê nade Erdogan. Divê tu li ser êş û miriyan siyaset ê neke. Tu niha bêçareseriyê pêş dixî. Divê tu hesabê vê yekê bidî gel. Ev qotina herî qirêj û bê sinc e. Ev qet nayê qebûl kirin.”
Kişanak, anî ziman ku Erdogan dixwaze kuştin, binçavkirintin serbest be û kes li hemberi vê yekê dengê xwe nake. Kişanak, destişan kir ku ew destûrê nade vê yekê. Kişanak ji her kesî xwest ku kesên bi wicdan û hestiyar divê li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin. Kişanak, bang li kedkarên çapemeniye jî kir û xwest li hemberi neheqiyê bêdeng nemînin û rastiyan aşkere bike. Kişanak, helbesta Sezaî Karakoç a ‘Bêdengî ne çareserî ye’ xwend û xwest tu kes bêdeng nemîne. 

DÎHA/ENQERE 




Li pey 'rewakirina' komkujiyê ye


Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna partiya xwe ya duh de der barê komkujiya Roboskê de, leşkerên Tirk yên ku di pevçûnan de mirine jimart û hewl da ku komkujiyê rewa nîşan bide. Erdogan gelek bûyer şiband Roboskê û komkujiya ku 34 ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da jî normal dît. Erdogan bertek nîşanê rojnameya Amerîkî jî da û îfadeyên sosret bi kar anî.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna xwe ya duh de îfade û sûcdariyên wî yên berê hebûn. Dîsa der barê komkujiya Roboskê de tiştekî nû negot. Berovajî vê Erdogan kete nava hewldana ku vê komkujiyê rewa nîşan bide.
Erdoganê ku îfadeya ‘Mirovan bide jiyîn ku bila dewlet bijî’ bikaranî û der barê komkujiya Roboskê ya 28’ê kanûna 2011’an de pêk hat tiştek negot.
Erdogan dîsa parastina ‘dewlet dê bi ajoya tunekirinê tevnagere’ û got; me ji serî de got li Qilabanê xetayek heye. Her wiha Erdogan da zanîn ku bila kes ji vê zêdetir tiştekî ji wan nexwaze û îdia kir ku Qilaban tê îstîsmarkirin. Erdogan leşkerên ku di encama çalakiyên gerîlayan de yên Farqîn, Reşadiye û Bêzelê miribûn, hejmart û bi Roboskê re kir heman tişt. Lê ya balkêş ew e ku Erdogan li dijî cudahiya ‘leşker’, ‘sivîl’, ‘dagirker’, ‘têkoşîna azadiyê’ biyanî dimîne.