Wateya “berroj” çiye gelo? Heke hûn ji zaroktiya min binerin, ne bi wateyeke wêjeyî û hunerî jî, rasterast bi wateyeke jiyanî ve tijî ye naveroka pêyva berroj. Qasî ku tê ji bîra min, li zozanan em sibehê radibûn, ne ji bo mezinan dibêjim, lê em wek zarok heta ku em radibûn, şivana gundê me jî pezê gundê dianît bêriyê, dayika me jî ji bo dotina pezê û berdana berxan me ji xewê radikirin. Êdî em radibûn, çi ser çavê xwe şuştin û çi jî xwarin, hema ji alîkî çavên xwe diguvaştin alîkî jî dimeşiyan, bere xwe didan hela pişta zozane me, ango hela bêriyê. Gundiyên me ji bo vê bûyerê digotin “berroj”, hê ez negihaştîbûm 8 saliya xwe, qasî ku denge dayika min di guhên min de maye, digot, “kuro rabe êdî berroj e, lawê her kesî li bêriyê ye tu hê di nav cîh de yî.” Ji ber vê yeke, di bîra min de wateya berroj, wek dema pez dotinê maye, taybet jî li zozanê...
Wek pêyv berroj di edebiyata Kurdî de xwedî cihek be an jî nebe, bibîrxistineke vê pêyvê, bawerim di mêjiyê hemû Kurdan de heye. Wek tê zanîn, hê ku sibeh nebûye, şeveq neavitiye, taritî digehîje taritiya xwe ya herî bilind. Tam di wê deme de tarî herî tarî ye. Gava ku taritî hêza xwe bilind kir ji asta herî bilindtir, êdî bêguman dilê însên digihîje rehetiyek ku, êdî sibeh he, roj tê...
Rewşa wekatê rojê jî êdî ev rewş e. Di dîroka Kurdistanê de çend îsyan çêbûn, çend şer, çend komkujî pêk hatin, çend qetlîam, çend car siyaseta dunyayê bayê xwe ji hela Kurdan ve rakir, çend car ew tevgerên herî bi hêz xwe birexistin kirin, çend car derfetên herî di asta jor de ketin bin deste Kurdan bê hijmar in... Lê rewşeke îro, wek mînakek jî be di dîrokê de nîn e. Erê rast e, nexweşiya Kurdistaniyan di her qadî de berdewam in, li hin ciyan hêz dişken, siyasete ku tê meşandin li hin ciyan siyaseteke zehmet e, lê roja îro naşibe tu rojeke din.
Li Rojava binerin, tene li Kobanê, tene bi serê xwe li Şengalê jî bineri, êdî îro berroj e. Roja îro naşibe tu rojek. Ji her tiştî wêdetir jî, hêsta cudatiya berroja îro, ne tene beseş ji Kurdan, ne tene perçeyen ji Kurdistan, ne tene rêxistinek û ne tene polek ji Kurdan, di dil û mêjî ya hemû Kurdan de, çi ol, çip ol, çi emir, çi cis, çi siyaset dibe bila bibe, êdî temam Kurd û gelen kul i Kurdistan dijîn ew Kurdistaniyan, bi bîr û bawerin, ne tene bawerî jî, temam bi hişmendiya xwe, temam bi mêjî û têgihîştina xwe ve dizanin ku êdî îro li Kurdistan “berroj” e.
Taybet jî sala 2015 ronahiya xwe wisa li ser Kurdistan biriqandiye ku, heke kes ji pêywirên xwe nereve, êdî wekî ku roj her roj berê xwe dide însan û roja însan ronî dike, berrojiya Kurdistan jî teqez bi vî rengî xwe daye xuyandin.