Di albûma wê ya nû de 9 stran hene. Peyv û awaz hemû jî yên endamên komê ne. Komê bi xwe li home studyoya xwe tomara deng, weşandin, belavkirin û her tiştê bi xwe kiriye.
Tişte balkêş ew e ku yek ji endamên komê Serhat Temel e. Serhat Temel tevî ku mûzîsyen e, bi awayeke aktîf di siyasetê de jî cih digire. Piştî ku Şaredarê Êlihê Necdet Atalay di çarçoveya operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî Kurdan pêk hat de hat girtin, Serhat Temel bû cîgirê şaredar û wê rojê û şûn ve xebatên şaredariyê bi rê ve dibe.
Ji endamên komê Gokçe Selîm ji bo albuma dawî ya bi navê Bêyom behsa xebatên albûmê wiha dike; “Me vê albûma xwe ya nû ji xebatên xwe yên cûda nekir. Me dîsa li studyoya me li malê amade kiriye û enstrumanên xwe amade kir. . Em di vê albûmê de jî weke du albumên berê hin xebatên ceribandinî kirine, mirov nikare vê yekê di kategoriyekê diyar de binirxîne.”Gokçe Selîm anî ziman ku; “ Muzîka Kurdî ya nûjen li nasnameyekê digere û mirov nikare vê nasnameyê ji bo aliyê siyasî an jî civakî cûda binirxîne. Heta em bi xwe nebînin, em nikarin bi çaveke kor muzîkê nîşan bide. Di vî warî de em dikarin vê jî bibêjin, Siya Şevê tu carî di navbera hebûn û tunebûnê de nema.”

BAHOZ DENÎZ / ANF/STENBOL