Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Desteya Bilind a Kurd hate belav kirin de hate diyarkirin ku di van demên dawî de li herêmên Kurdî tevgereke leşkerî ji aliyê komên çekdar ên di bi navê Artêşa Hur a Sûriyeyê tevdigerin û artîşa rêjîmê de tê kirin. Ji ber tevgera van hêzan gundên herêma cizîrê rastî wêraniyê hatin û şêniyên van gundan ber bi bajarên Hesekê, Qamişlo û bajarên din ve koçber bûn.
Desteya Bilina di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hewldidin herêmên kudan ên herî bi ewle, her wiha bûye cihê koçberên herêmên din ên ji ber pevçûn û wêraniyê deverên din ên suriyê malên xwe terk kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Kurdan ji ber ku gelek netewe lê jiyan dikin hesasiyeteke xwe heye, Desteya Bilind û nûnerên hemû pêkhateyên din ên herêmê wê qebûl nekin ku herêm bibe meydana şer û pevçûnan. Di berdewama daxuyaniyê de Desteya Bilind dazanîn ku rêjîma Baas li Qamişlo nayê ruxandin, ev komên çekdar bi mudaxeleyên xwe dixwazin barê rêjîma Baas a li paytexta Sûriyeyê Şamê û bajarên din ên sereke sivik bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Bilind a Kurd bang li şêniyên Qamişlo û bajarên din kir ku bi yek dengî li dijî hewldanên êrîşkaran derkevin û malên xwe terk nekin. Her wiha Desteya Bilind êrîşa bi topan a ser Qamişlo şermezar kir û diyar kir ku hewldanên êrîşkaran wê tu carî bi ser nekevin.
ANHA/QAMIŞLO