24 sal di ser Enfala gelê Kurd Silêmaniyê re derbas bû. Di vê komkujî û Enfalê de zêdetirî 182 hezar jin, zilam, pîr û kal, ciwan û zarok hatin kuştin. Cenazeyên wan bi komî di goran de hatin definkirin. Bi sedan gorên komî derketin holê. Hinek ji qurbanên Enfalê bi çekan hatin kujtin, hinek ji birsiyan û hinek jî bi nexweşiyan mirin. Rejîma Bees kesên hatin kuştin kom bi kom xiste nav goran û ser wan girt. Nûnerê Kesûkarên Enfalkirî Qadirîkerem Huseyin Germiyanî yê nêzî 15 kes ji malbat û xizmên xwe winda kir, diyar kir ku kiryar tawanekî giran ê mirovahiyê ye û wiha got: "Qirkirina hemû cinsan, hemû temenan û hemû civakê ye. Lê bi roxmê vê jî tevahî nûnerên cîhanê, civata navnetewî, ya îslamî û rayagiştî li hember vê tawana giran bêdeng ma. Tenê dîmenên ku di destê çend qenalan de hene weke belge mane. Lê belê bermahiyên Enfalê û bandora wê ya li ser civaka Kurd şopekî pir kûr hêliştiye. Li gel zirara derûnî û manewî, nîzama civakî ya aborî jî têk çûye. Nêzîkê 4 hezar 500 gundên me hatin şewitandin û xirakirin.”
Germîyanî der barê bandora Enfalê de anî ziman ku birîna Enfalê birînekî kûr e û wekî pêwîst nehatiye dermankirin. Germiyanî destnîşan kir ku dermankirina vê birînê janek kûr û giran e û wiha axivî: "Ji aliyê hukumeta herêmê ve ji bo alîkariya malbatên Enfalkirî hin gav hatine avêtin. Bûtçeyek ji malbatan re hatiye veqetandin û alîkariya malbatan tê kirin. Lê belê her tişt tenê bi pêşwazîkirina pêwîstiyên madî çareser nabe. Dîsa di vê mijarê de hin berpirsiyarî jî dikeve ser milê hukumeta navendî ya İraqê. Hîna jî cenazeyê gelek kesên hatine Enfalkirin wendane û nayê zanîn ka li kîjan deverê hatine veşartin. Daxwaza me ji tevahî berpirsiyaran ew e ku ji bo dîtina van goran hewil bidin da ku cenazeyê kesên qurbanî vegerin ser axa nîştiman. Ev yek ji bo malbatên Enfalkirî xalekî pir giring e.”

'Divê weke jenosîd were qebûl kirin'
Huseyîn Germiyanî ji rayagiştî ya navnetewî daxwaz dike ku ev kiryar weke jenosîd bê naskirin û ji bo ev yek fermî bibe hemû kes alîkariya wan bike. Germiyanî bilêv kir ku li gor qanûnên nevneteweyî ev yek jenosîd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza me ew e ku ev kiryar di qada giştî ya navneteweyî de bi awayekî fermî weke jenosîda li dijî gelê Kurd bê naskirin. Ji bo vê yekê jî divê em tev de xebatekî berfereh bikin. Divê ev yek di belgeyên fermî de jî hebe û weke dîrokek reş neyê jibîr kirin.”

'Qirkirina li ser gelê Kurd didome'
Germiyanî derbirî ku qirkirina li ser gelê Kurd berdewam dike û mînaka komkujiya Robaskî bibîr anî. Germiyanî daxuyand ku pêwîste cerek din nehêlin ku li dijî gelê Kurd kiryarên bi vê şêwazî bên pêkanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: Li hember van komkujiyan divê em xwedî yek helwest bin. Pêwîste em nehêlin Roboskiyek din bê jiyankirin, em nehêlin dehan cuwanên Kurd li zîndanên îranê de bên sêdaredan. Pêwîste em weke gelê Kurd ji Helepçê, ji jenosîda Enfalê, ji Robaskî dersan derbixin. Ev yek jî bi pêkanîna yekîtiya netewî çêdibe. Ji lewra yekîtiya netewî jib o pêşigirtina jenosîda li ser gelê Kurd mijarek giring e. Ev jî aşkera bûye ku heya heya her çar perçeyên Kurdistanê de gelê me negehe maf û azadiya xwe tenê di perçeyekê de bidestxistina hin mafan azadî pêk nayê.”
Germiyanî da zanîn ku komkujiya Roboskiyê berdewama Enfalê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî nûnerên Enfalkirî silavên xwe ji malbatên Robaskî re dişînin. Êşa wan parve dikin û wan vedixînin merasîmên bîranîna Enfalê yên Çemçemal û Kelarê. Em dê di rojên dawî de rêze merasîman li dar bixin û daxwaza wî ji tevahî sazî û dezgehan, ji kesayetên rewşenbîr û medenî ew e ku beşdarê van merasîman bin. Di 12’ê Nîsanê de li Silêmaniyê, di 14’ê Nîsanê de li navçeya Çemçemal, di 15’ê de jî li Kelar wê merasîm bên pêkanîn.

DÎHA/SILÊMANΠ 




Mexdura Enfalê jina kurd e

Mexdûra komkujiya Enfalê ya ku rejîma Beasê bi serê Kurdan anî, Aske Elî ya ji Kelarê got: "Mexdurê enfalê ê herî mezin jinên Kurd e.
Aske Elî derbarê Enfalê de wiha axivî;  “Nîsana 1988’ê şer xwe gihand herêma Germiyanê. Şer li navçeya Qadir Keremê dest pê kirin. Êrişên hewayî û bejahî hebûn. Leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bibûn. Ji beriya me, êriş li Qeredaxê dest pê kirin. Her der toz û duman bûn, gund dihatin bombebarankirin. Ji beriya wê 48 kes ji bajarokê me ji aliyê hêzên Sedam ve hatin girtin û piraniya wan ciwan bûn. Jin j idi navde hebu. Yên hatin kuştin ji xwe hatin kuştin. Yên manji jixwe her roj jiyan ji bo jina mirine. Ji berku li gel zilma dijmin nêzikatiyên civakê yên klasik ji jinê difetisine. Ji bo jineki bê zilam, malbat idarekirin geleki zehmete. Hevser, kur û zavayê min jî di nava wan de bû. Yên din jî xizmên min ên nêzîk bûn. Hemûyan kuştin. Ez ji bêçaretiyê tenê digiriyam. Piştî demek dirêj ez bi ser xwe ve nehatim.
Berpirsiyarên ew nafalên hatiye kirin Ali Kimyayi tê naskirin. Gava min biryara darvekirina Elî Kîmyayî bihîst ez pir keyfxweş bûm."
Mexdûra Enfalê Aske Elî  bang li rayedarên başûrê Kurdistanê jî kir û xwest bîranîna Enfalê bibe rojên batlaneyê yên fermî û wiha berdewam kir: "Ez ji Talebanî û Barzanî hêvî dikin bila êdî di navbera Kurdan de şer çênebe û xwîn nerije. Min bi xwe hevdîtin bi Mesûd Barzanî re pêk anî û min ew hişyar kir. Destkeftiyên di destên Kurdan de divê nekevin xizmeta partiyan, bikeve xizmeta Kurdan.
Min xwest ku cenazeyên xizmên me yên ku hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin li gundek nêzî Çemçemala Kerkûkê bên veşartin. Ji ber ev bedel ji bo Kerkûkê hatin dayîn. Bila ev wisa bibe, ji bo em bikaribin li Kerkûkê bibin xwedî.
Gava Kerkûk û Kifriyê careke din dane Kurdan wê birînên me baş bibin. Wê ev yek yekitiya Kurdên Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî pêk bîne. Ji ber hên li parçeyên din jî zordarî li Kurdan tên kirin.  Enfal jî hêj jî hene. Divê êdî rêberên Kurd navber têxe navbeyna xwe û rayedarên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî, bila nema êdî di himbêza wan de rûnin. Hinek nirx hene tu carî bi pere nayên kirîn û firotin. Bila Kurdistana bi rûmet û demokratîk ava bikin.
Ji bo jibîrnekirina rojên Enfalê, divê bi boneya servegera Enfalê 3 roj bibe betlane û di wan rojan de di televizyonan de beraneyên şahî dernekevin. Bila dibistan bibin betlane. Ji bo cîhan Enfalê nas bike, rojên wiha pêwîst in.” 


SALÎH FIRAT / SILÊMANÎ




Qurbanên Enfalê bibîr anîn 

Bi boneya 24’emîn salvegera komkujiya Enfala li Silêmanî di bin navê “Enfal birînek kûr e û hîna jî sax nebûye” merasîmek hate lidarxistin. Kesên ku xizmên xwe di enfalê de wenda kirine gotin ku bila birînên Enfalê ji nû ve neyên kolandin.
Bi boneye 24’emîn salvegera komkujiya Enfalê li Holê Tewar ê Silêmaniyê merasîmek bîranînê hate lidarxistin. Merasîma ku di bin nave “Enfal birînek kûr e û hê jî sax nebûye” pêkhat ji aliyê Navenda Rewşenbîrî ve bi alîkariya Rêvebiriya Şehîdan û Enfalkiriyan hate organîzekirin. Bi tevê rayedarên hukumeta herêmê gelek kesayet û malbatên ku xizmên xwe di enfalê de wenda kirine beşdarê merasîmê bûn.  Merasîm bi pêxistina mûman, xwendina çend ayetên Qur-anê û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di destpêka merasîmê de gotara Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan hate xwendin. Dûre ji aliyê berdevkê Serokomarê İraqê Celal Talabanî ve peyamek hate pêşkeşkirin. Piştî peyamê bi awayek temsîlî şanoyek bi nave “Firmêzkên Enfalê” hate pêşkeşkirin. Di dema lîstina şanoyê de kêliyên hestyar hatin jiyîn. Piştî şanoyê 24 xelatên rêzgirtinê hatin dabeşkirin. Merasîm bi xwendina daxwaznameyê kesûkarên enfalkirî berdewamkir. Daxwazneme bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin. Xizmê qûrbanên enfalê ji hukumeta herêmê xwestin ku rewşa mal û malbatên qurbaniyan berçav re derbas bike, alîkariya madî û manewî bide û ji hukumeta navendî ya Îraqê jî xwestin ku ji ber vê jenosîdê bi awayek fermî lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Her wiha xwestin ku birînên enfalê bi kiryarên ku zirarê dide malbatên qurbaniyan neyên kolandin.

DÎHA/SİLÊMANÎ