Metîn Cansiz û hevalê Sakîne Cansiz yê girtîgehê Dogan Çetîn şaredariya Erxenî ku navê Sakîne Cansiz dabû parkekê ziyaret kirin. Metîn Cansiz ji ber xwedî derketine spasiyên xwe pêşkeşî şaredariyê kir û dema li parka ku par hatibû çêkirin geriyan, demên hestiyar hatin jiyîn. Metîn Cansiz anî ziman ku gel bi awayekî ku heq kiriye li Sakîne Cansiz xwedî derketine, hem bira û hem jî rêhevalê Cansiz bû û wiha got: "Mirovekî ku min pir baş nas dikir." Cansiz anî ziman ku nêrîna jiyanê ya Sakîne Cansiz cuda bû û jineke wêrek bû. Cansiz wiha got: "Jina ku yekem car rastî îşkenceyê hat û parastina siyasî kir bû. Îxanet qebûl nedikir. Li girtîgeheha Elezîzê rastî îşkenceyê hat. Mînak parastina esasî kir. Balkêşe lê li wir me mêran tenê got; em tevli wê dibin. Hevalên me yên mêr, yên herî wêrek wisa gotin. Yekem car bû, li dadgehên Tirkiyeyê jinekê parastina siyasî dikir. Yekem car tevgera jin ava kir. Pêkanîna tiştên yekem car, hez dikir û jineke wêrek bû. Her tim bi heyecan bû. Dema ciwanek û hevalek tevli dozê bikira, pir kêfxweş dibû. Wek gel tu kesî bi qasî be berdêl neda. Me nirxan mezin winda kir. Her yek cihê wan cuda ye. Em behsa kîjanê bikin. Înşallah emê jî pêwistiya van berdêlan bînin cih." Hevşaredar Aygun Taşkin jî anî ziman ku ji ber serdanê pir kêfxweş in û wiha got: "Me bi wan ev têkoşîn nas kir. Jixwe her tim Rêbertî wiha dibêje. Divê jin û ciwan di vê têkoşînê de cih bigirin."
DIHA/AMED