
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê ya Meclîsê de li ser komkujiya li Roboskiyê rawestiya û anî ziman ku 40 roj derbas bûn lê hêj berpirsiyar nehatin dîtin û ronîkirin. Kişanak, anî ziman ku bi înkar û îmhayê pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha got: "Tenê çareseriya pirsgirêka Kurd naskirina nasname û statuya Kurdan e. Kişanak xwest her kes azad bi ziman, nasname û baweriya xwe bijî.
Kişanak di axaftina xwe de wiha got: "Balafirên ku tenê bi fermana Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Fermandariya Giştî ya Artêşê radibin, çawa dibe ku agahiya wan pê tune. Komîsyona amadekar a Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê li Roboskiyê lêkolîn pêk anî. Di ziyaretê û têkiliyen di nava komîsyonê û welatiyan de hate dîtin ku bombardiman ji aliyê navendê ve pêk hatiye. Hate famkirin ku ferman ji aliyê Enqereyê ve pêk hatiye. Çima vê rastiyê vedişêrin. Çima agahiyan bincil dikin. Çima pirs nayên berfivandin. Heta ku hemû pirs neyên berisandin, berpirsiyarê komkujiyê hikûmet e. Ji bo hikûmet xwe ji bin vê berpirsiyarê derxe divê berî her tiştî pirsan bibersivîne. Endam û rêveberên BDP'ê gavekê davêjin tên binçavkirin û girtin, lê kesên ku 34 kesan dikujin serbest digerin û der barê wan de lêpirsîn nayê vekirin
'45 kes hatin binçavkirin'
Kişanak, bal kişand ser operasyonên li ser navê KCK'ê tên meşandin û wiha axivî: "Çend roj berê dîsa li ser navê KCK'ê li Êlihê wekîlê şaredar, cîgirê Serokê BDP'ê û endamên meclîsê jî di nav de 45 kes hatin binçavkirin. Çima hûn ew qas ji me ditirsin. Çima we 6 hezar siyasetmadadên me girtin. Hûn li ser navê KCK'ê vîna gel û nûnerê gel digirin û davêjin hepsê. Lê em her tim dibêjin hêza we têrê nake ku hûn vîna gel a lêgerîna azadiyê bigirin.”
'Dibêjin ji çanda xwe dur bikevin'
Kişanak, daxuyand ku feraset û hişmendiya AKP'ê xizmetê ji şaristaniya demokratîk re nake û wiha axivî: "Me teklîfa zagonê zimanan da meclîsê. Me got divê her ziman bên parastin û her civak karibin bi zimanê xwe biaxivin. Me xwest mafê hemû ziman bê naskirin. Lê hev daxwaza me nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku dixwazin her kesî asîmîle bikin û di bin zinanê Tirkî de bihelînin. Ger ku Kurdi ne zimanê şaristaniyê ye, çima destana Mem û Zînê bi Kurdî hatiye nivîsandin? Çima destanên Ahmetê Xanê û yên din bi Kurdî hatine nivîsandin? Ji ber ku ji me dixwazin ku em ji ziman, nasname û çanda xwe dûr bikinevin.”
Kişanak, destnîşan kir ku li dijî vê hişmentiyê tenê rêyek heye û wiha got: " Li vî welatî çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk pêkan e. Ji bo vê yekê jî divê her kes bi Kurdan re têkeve têkiliyê. Divê her kes Kurdan wekî gelekî qebûl bike. Li vî welatî her çand, nasname û zimanek winda dibe dewlemendiya wî winda dibe. Ev windahiya tevahî ye.”
Kişanak, bal kişand ser hewldanên BDP'ê yên çareseriyê û wiha berdewam kir: "Em her tim dibêjin rêya çareseriyê diyalog, muzakere û niqaşên demokratîk in. Em her tim ji bo vê yekê ketin nava hewldanê. Em dê ji niha û şûnde jî di nava têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de bin.
'Em ji gel bipirsin'
Kişanak xwest ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî sindoqan ava bikin û referandûmê pêk bînin û wiha lê zêde kir: "Em pirsa 'Hûn perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin ya na? ji gel bipirsin. Li vî welatî 3 milyon û 500 hezar mirov daxwazname dan û got Ocalan vîna min a siyasî ye. Ger ku li vî welatî qedexe û zext rabin û her res bi nasname û çanda xwe bijî wê demê dê aştî û demokrasî pêş bikeve."
Kişanak, xwest ji bo rastî ronî bibin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn Komîsyona Lêkolîna Edalet û Heqîqetê bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê êdî kes ji tirsa perçekirin û cudakirinê netirsin. Tu armanca kesî ya perçekirinê tune. Divê hemû astengiyêm li pêş bawerî û ramanê rabin. Divê her kes karibe bi bîr û bareriyên xwe bijîn.
BDP’ê gotinê Arinç ên derbarê Kurdî de pirsî
BDP’ê ji bo gotinên alîkarê serokwezîr Bulent Arinç ên gotibû ‘Kurdî zimanê perwedê ye û hun bawer dikin bibe zimanê perwerdeyê? Zimanekî medenî ye’ de pirsnûme da meclisê.
Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, ji bo gotinên alîkarê serokwezîr Bulent Arinç ên di bernameyeke televîzyonê de, pêşnûneyeke nivîskî da. Aksoy di pêşnûmeyê de, gotinên Arinç ên wekî ‘Derfet hebin Kurdî tenê dikare bi dersên bijartî bê dayîn. Lê ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê, perwerdeya bi Kurdî ne mumkun e. Li dijî perwererdeya Kurdî madeyên qanûnî hene. Ya duyemîn, bendeke qanûnî tune be jî, Kurdî zimanê perwedê ye? Û hun bawer dikin bibe zimanê perwerdeyê? Zimanekî medenî ye? Em perwerdeyeke bi zimanê dayikê ya bi vî rengî nafikirin. Perwerdeya bi zimanê Tirkî, hem yekitiyê diparêze û hem jî Tirkî zimanekî medenî ye. Bi Tirkî mirov dikare di hemî beşan de perwerdeyê bide.’ Bi bîrxist û Aksoy da zanîn ku zimanê Kurdî xwediyê dîrokeke bi hezaran salan e û ev ziman ji hêla bi milyona kesî ve tê axaftin û zimanekî zanyarî, çandî û wejeyî ye. Aksoy wiha domand: “Gotinê Arinç ji hêla raya giştî ve bi xemgînî û bi matmayînî hatiye pêşwazîkirin. Bi zimanê Kurdî bi sedan berhemên dîrokî hatine nivîsîn.” Aksoy bi lêv kir ku berhemek bi Kurdî ji hêla wezaret çandî ve hatiye weşandin jî ya Ehmedê Xanî ‘Mem û Zîn’ e. Aksoy da zanîn ku li başûrê Kurdistanê di hemî dibistanan û zanîngehande perwerde bi zimanê Kurdî tê dayîn.
DÎHA/ENQERE