Komîsyona Ziman a Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encamnameya Komxebata Tendurustiyê di 21-22'yê Tîrmeha 2012'an de li Êlihê, pêk anî. Di civinê de parlementer, zimanzan, doktor û sendîkavan amade bûn. Komxebatdê bexşî tîmarkerên ku di ked, azadî, demokrasî û têkoşînê de jiyana xwe jidest dane hate kirin. Di pêvajoya komxebatê de -hevalên ku bi tevlîbûnên xwe yên lebatî alîkariya vê komxebatê kirine lê belê, ji ber operasyonên siyayî yên serdagirtinên KESK'ê ku niha di girtîgehê de ne, yên weke Sekreterê giştî yê SES'ê Mehmet Siddiq Akin, Di şexsê Serokê Lijneya Venerînê yê Navendî yê Giştî yê SES'ê Fîkret Çaglan de, ji hemû hevalên kedkar ku niha di girtîgehê de ne re silav hate şandin û çalıştaya ku du rojan dom kir, bi serenavên weke :" Zimanê Dayikê û Tendurustî", Girîngî û Wateya Têgeha Tendurustiyê"," Hawîrdor û Tenduristî", "Dermankirin û Tendurustî" û " Xebatên Ferhenga Tenduristiyê" bi nîqaşan dom kir. Di çaliştayê de, ji bo nîqaşan sivik bike, hin pêşandan û nirxandin hatin kirin û gihîştin van encaman :'Di komxebatê de, kirûya tendurustiyê û girîngiya xizmeta tendurustiyê yê zimanê dayikê, bi beşdaran re, bi mînakên ku heya niha li wan qewimîne hatine destnîşankirin û wiha hate gotin: "Divêtiya ku tendurustî ne bi tenê ji bo awayê baş yê bedenî û zêhnî, her wiha bi awayê civakî û siyasî yê ve baş bê rexnekirin, qesta ku ji bo başbûyîniya siyasî tê kirin bi awayê kes û civakî ve, bûyîna rewşa azad û xizmeta tendurustiyê ji bo herkesî bê pere û bi qelîteya gerdûnî, bi zimanê dayikê bê dayîn hate diyar kirin. Dayîna xizmeta tendurustiyê yê di zimanê dayikê de, bi hêsankirina xwegîhaştina tendurustiyeke pak re, dê di hêla xizmeta tendurustiyê de hêjayiyeke wê hebe hate ravekirin. Nexweşê/a ku di xwevegotinê de ji bo şîfayê bistîne, ku dema qala çîroka buyerê diken û navê wê jî "Anamnez"e, divê beyî di navbera nexwêş û bijîşk de tercume bê kirin, rasterast bê gotin. Ji ber vê sedemê êş û skêncên nexwêş divê bi zimanê nexwêş bê dayîn. Dema ku xelkek, xwe di zimanê dayikê de rave neke, dê teşhîs û tîmarkirina wan ne rast be, ji bo dermankirina rastî divê di xizmeta bi zimanê dayikê bê dayîn hate ravekirin. Dema ku vê xizmeta ku navê wê "gelemperî" ye didin jî, zimanê Kurdî nayê hesibandin û bi vî awayî ev xizmet li ser Kurdan dibe Zilm û dimîne hate ravekirin."
Bandora koçberiyê
Di berdewama encamnameyê de li ser têkiliya koçberî û tenduristiyê jî hate rawestandin û wiha hate gotin: "Ligel van mercan, geh bi awayê civakî geh jî bi awayê takekesî ji bo civakeke bi tendurust diyarker e, bi awayê ekonomiyî û hunerî rasterast bi awayekî neyînî bandorê li tendurustiya mirovî dike. Gundên ku hatine valakirin, koça bi darê zorê, derfetên sewalvanî û çandiniyê jî ji holê radike. Li metrepolan nifûsa ku robiro zêde dibe, şertên jiyana xerab, xebata kêmheqdetiyê bi xwe re tîne. Bi taybetî li bajarên mezin, devera bidestnexistina heqdestê xwe, deverên ku teknolojiya kevin bikar tînin, ekonomiya derveyî qeydê, saetên zêde yên xebatê, devera ku tenduristî û ewlehiya karkeran tê piştguhkirin, devera ku mêtîngeriya wehşî, çi ya biçûk, nîvî û mezin di febrîqeyan de bi nîvbuhayî têne xebitandin, weke kedkarên Kurd, ji bo polîtîka û ekonomiyên wan ên qirêj re xelasker bin. Devera herî qirêj yên metrepolan ji koçberên Kurd re têne veqetandin û ev jî dike bibe sebebê jiyaneke xerab. Serdestiya ku li herêma Kurdistanê tê birêvebirîn, ji têkiliyên kedxwarî, tehdekar, îmha û înkarê dê neyê qebûlkirin û her wiha di encama van polîtîkayan de, tendurustiya takekekesî û ya civakê dikeve bin xetereyê."
'Li şûna tenduristiyê zêdetir butçeyê didin artêşê'
Di dirêjahiya daxuyaniyê de butçeya ji tenduristiyê re tê qatandin pir kêm hate dîtin û wiha lê hate zêdekirin: "Berî tendurustiyê, butçeya herî pirr didine artêşê, bê guman tendurustî di rêza herî dawîn de cîh digre. Divê serê pêşîn aştî bê damezrîn û demokratbûyîn bê peydekirin. Azadî û mafên kollektîfî yên demokratîkî bigrin temînatê, li devera ku şerr û pevçûn hebe rih û bedeneke çak ne pêkan e. Bişaftin, zordestî, çewisandin, înkar, qetlîam, komkujiya çandî û hwd. Rasterast jiyanê ji holê radike. Xebatên piyesekirina di tendurustiyê de, di bin sernavê " Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê" de îktîdara AKP'yê bidest xistiye. Tendurustî, di Hukumeta AKP'yê de, buye komkirina sermayeyê û ev yek jî dike ku bibe alaveke hegemonyayê. Ji bo polîtîkayên tendurustiyê yên ku têne birêvebirin, xizmetên tendurustiyê jî derbeyên mezin digrin. "
'Mafê bingehîn e'
KCD'ê di dumahiya encamnameyê de cih da van gotinan: "Berî her tiştî, tendurustî û xizmetên tenduristiyê heq e, dezgeha ku herî kêm tê rexnekirin e kû piyasekirina wê jî li ser pişta kedkaran tê kirin, tendurustî, divê muxelefetiya xwe hinekî din kûr bike û fireh bike . da ku bi heq re, heqê tendurustiyê bê bidest xistin. Dewlet, ji aliyekî ve xizmeta tendurustiyê ya civakê peyase dike, ji aliyê din ve jî ji bo ku her tim muhtacê dewletê bimînin, berê Qerta Kesk dihate bikaranîn niha jî bi GSS'yê teşe guhert. Polîtîkayên Tendurustiyê li hêlekê, dewletên mêtînger yên ku civaka Kurd nas nake, bi awayekê hovane li hemberî daxwazên Kurdan dertên. Tunehesibandin, bişaftin, çewisandin û zemîna şerr û pevçûnan nîşan didin."
Bi pirsgirêkên tendurustiyê re, xalên ku hatin destnîşankirin:
- Travmayên ku ji şerr û pevçûnan dertên
- Şewitandina daristanan, çipçibokên çek û kîmyasalan, mayin, HES û pirsgirêkên hawîrdorî û hwd.
- Ji sedemên kesayetguhertina derûniyan
- Cudahiyên herêmî, pirsgirêka zimanî, kêmahiya personelên binesaziya saziyên tendurustî û hwd.
- Pirsgirêkên ji ber feqîrî yên bi awayekî bêhevkêşî
- Ji ber sedemên koçberî û bêkariyê bê ewlekarî û bêhevkêşî, nexweşînên ji ber van sedeman yên weke : Silîkoz, tersane û hwd.
- Li gellek welatan, nexweşînên ku êdî hatine jibîrkirin yên weke: Trahom, kunêr, şarbon û hwd. Hate revekirin."
'Xebatên tenduristiyê bi tenê nayên meşandin'
KCD'ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Tendurustî û xizmeta tendurustiyê bi tena serê xwe nayê birêvebirîn û bi tena serê xwe bi tîmarkeran re nayê bisînorkirin, ji ber vê sedemê, divê rasterast bi şaredarî, perwerdehî, plankirina bajêr, hawîrdor, çandinî, çûnehatî, û bi enerjiyê re bi xebatên hevparî bê lidarxistin. Ya ku rewşa baş a cicakê tehdît dike, yên weke: nîjadperestî, çîn, polîtîkayên ku bi baweriyê ve girêdayî ne, ya ku mercên tendurustî û mêtîngeriya hawîrdorê tehdît dike hatine nîqaşkirin. Ji bo ku derfetên teknolojiya pêşketî, ji bo berjewendiyên gel bê bikaranîn esas hate girtin. Di dawiya çalıştayê de, bi awayekî tomerî, heçî tişta ku tendurustiya kesan xera dike, an jî rê li ber xerakirinê vedike, ji bo çareserkirina van pirsan, têgeha tendurustiyê bê berovajîkirin û bi beşdarbûna gel re, têkoşîna ji bo tendurustiyeke baş bi wekhevî, bêpere û bi zimanê dayikê bê dayîn hate diyarkirin. Ji bo vê jî li meclîsê taxan bernameyên civînên perwerdehiyê divê bê lidarxistin. Di TV, radyo û di medyaya nivîskî de biryara amadekirina bernameyan hate girtin. Pêşkêşkirina xizmeta tendurustiyê a bi zimanê dayikê li ber çav hate girtin, biryara lîteratureke hevpar û bi Kurdî ya di derbarê tendurustiyê de hate girtin. Ji bo têgehên tibbî yên beramberiya Kurdî bê amadekarin ji tîmarker û ji bijîşkan, ji lêkolîner û zimanzanan biryara komxebatekê hate dayîn. Ji perwerdehiya bijîşkiyê, heya ji pêşkêşkirina zixmetên tendurustiyê ji bo ku Kurdî bê bikaranîn bi herêmên din re di nav têkiliyan de bin, ji bo termînolojî bi awayekê hevparî bê birêvebirîn biryar hatine girtin."
DÎHA/AMED