KNK'ê di daxuyaniyê de cejna dayikên endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane, yên endamên HPG'ê, Ocalan, tevahiya girtiyên siyasî û cejna gelê Kurd bi dilsozî pîroz kir.
Di daxuyaniya KNK'ê de wiha hate gotin: "Gelê Kurd, 30 sal in ku li dijî statukoparêzî û antî-demokratîk şer dike. Lê di her demê de, hêzên statukoparêz bi desteka hêzên glogal, konseptên nû yên qirkirinê, li dijî gelê Kurd dikine pratîkê.
Îro jî, li dijî gelên Rojhilata Navîn, modernîteya kapîtalîst û hêzên statukoparêz û antî-demokratîk di nava hevkariyê de ne û dixwaizin herêmê ji nû de, li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Dibin pêşengiya hêzên satukoparêz û desteka hêzên global de, naxwazin ku statuyeke siyasî bidin gelê Kurd. Pêwiste hêzên çar parçeyên Kurdistanê, li dijî van konseptên tunekirinê, rojekê berî rojekê yekîtiya xwe sazkar bikin û êrîşên qirkirin tunekirinê berteref bikin."
'AKP li dijî Ocalan îzolasyonê pêş dixe'
KNK'ê destnîşan kir ku desthilatdariya AKPê, siyaseta taybet a Îmralî dimeşîne û wiha berdewam kir: "Di serî de li dijî Birêz Abdullah Ocalan, îzolasyon û tecrîda giran kire pratîkê. Di cejna Remezanê de jî destûr nedan malbat û parêzeran ku biçin Îmralî û hevdîtina bi Ocalan û 5 girtiyên din re pêk bê. Di heman demê de, li dijî girseya ku aştî dixwest, êrîşa çekdarî pêk anîn û siyasetmedarê Kurd Yildirim Ayhan şehîd kirin."
KNK'ê, ji malbata Yildirim Ayhan û gelê Kurd re sersaxiyê xwest û desthilatdariya AKPê bi tundî şermezar kir. KNK, daxuyand ku gelê Kurd dê destketiyên xwe, pîroziyên xwe biparêze û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe, azadiya Birêz Ocalan û girtiyên azadiyê û sazkirina Xweseriya Demokratîk dê têkoşîna xwe bidomîne. Em kesên ku gelê Kurd dikine nava şînê, lanet dikin û careke din bang li hêzên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, ji bo paşerojên azad û jiyana bi rûmet, werin cem hev û Yekîtiya Neteweyî ava bikin û êrîşên qirkirinê berteref bikin."
BRUKSEL