Serokatiya Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê 'KCK) daxuyaniyek der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ketiye roja 57’an de daxuyaniyek da û bal kişand ser greva birçîbûnê êdî gihiştiye asteke krîtîk.
KCK’ê destnîşan kir ku her çendî Rêberê Gelê Kurd ku bi fedekarî û berpirsyartiyeke mezin, protokolên ji bo çareseriyê amade kir û pêşkêşê hikûmeta AKP’ê kir jî, lê hikûmeta AKP’ê heta niha tu bersiveke erênî nedaye û di îzolasyon û tecrîdeke ne huqûqî û ne mirovane de tê ragirtin.
KCK’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê şert û mercên sîstema zilmê û kujer a Îmraliyê dijwartir kir û ev zêdetirê saleke bi hincetên necidî yên weke “koster xirabe ye”, hevdîtina Rêberê Gelê Kurd bi parêzeran re asteng dike. KCK’ê ev tişt got: “Di encama operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 10 hezar mirov hatin girtin û avêtin girtîgehan. Şert û mercên ewlehî, tendurîstî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd nehatiye pêkanîn. Li hemberî van êrîş û polîtîkayên hovane ên hikûmeta AKP’ê, gelê me û tevgera me bi şîara “An Azadî an Azadî” dest bi pêvajoya xurtkirina berxwedanê ya li her qada jiyanê kiriye”

Biryara îradeya azad e

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtiyan bi îradeya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û li hemberî zilma AKP’ê bê deng nemaye û seknek bi rumet nîşan daye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Bila di dîroka PKK’ê de bê zanîn ku hemû berxwedanên girtîgehan her tim bi gitşî bi îrade û biryara azad ya hevalên me pêk hatiye. Berxwedana hevalên me yên zindanan pêşve dibe li hemû qadên têkoşîna azadiyê cihê xwe girtiye.”
KCK’ê diyar kir ku wekî di mînaka berxwedana zindana Amedê de hatiye dîtin di têkoşîna azadiyê de bi awayekî filî pêşengî kiriy û wiha pêde çû: “Tişta ku xeta berxwedana zindana PKK’ê derxistiye holê jî ev kevneşopiye. Bi Mazlûman dest pê kir û bi Kemalan, Hayriyan û Ferhatan ev berxwedan berdewam kiriye. Tu kes vê rastiyê nikare berovajî bike û nîşan bike. Girava ku niha li zindanan dest pê kiriye jî bi giştî bi îradeya hevalên me pêk hatiye. Ya ku ji me û gelê me tê xwestin jî eve ku divê em bi berxwedaneke mezin xwedî li vê derkevin.”
KCK’ê aşker kir ku gelê Kurd raya giştî ya demokratîk, rêveberên BDP’ê, rêxistinên sivîl, hunermend, nivîskar, rewşenbîr, hemû kesên temsîla raya giştî dikin ketin nava tevgerê û bi hewleke mezin pêwîstiyên wijdanî û exlaqî yên ji bo xwedîlêderketina berxwedana bi rûmet a di zîndanan de, dan.
KCK’ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Bê guman, ev hewldanek bi wate û hêja ye. Lê dewleta AKP’ê li hemberî daxwazên berxwedêrên zîndanan ji nedîtî ve hat û di zîhniyeta xwe ya ku rê li ber şedahetan vedike de israr kir. Weke tevger, em daxwazên hevalên xwe yên girtî mafdar, rast dibînin û dikarin bên pêşwazîkirin. Em piştgiriyê didin van daxwazan.” 

Heke daxwaz bên qebûlkirin wê grev bi dawî bibe

KCK’ê diyarkir kir ku berxwedana hevalên wan gihiştine sînorê mirinê û ev tişt got: “Çalakiya ehvalên me di 57’emîn de ye. Bi vî awayî gihiştiye asteke krîtîk. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê dema krîtîk ya berxwedanê de, nerazîbûnên xwe yên rewa û demokratîk bi awayeke xurt diyar bikin. Em hewldanên gelek rêxistin û kesayetên ku li hemberî çareseriya pirsgirêkê bihîstiyar in bi wate dibînin û em bawer dikin ku ev hewldanên ku temsîla wijdana raya giştî dikin dê bigihin encamekê.”
KCK’ê destnîşan kir ku em weke tevger, bawer dikin ku bê ku şehadet çêbibin, li ser esasê daxwazên maqûl ên berxwedanê bê pêşwazîkirin, dikarin çalakiya xwe bi dawî bikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî em bang li her kesê dikin ku ji bo ev daxwazên maqûl bêne qebûlkirin hewldanên xwe zêdetir bikin û em bang li hikûmeta AKP’ê jî dikin ku dest ji usluba û helwesta xwe ya xizmeta çareseriyê nake berde û pêşwazîkirina daxwazên berxwedêran weke lawazî û paşde gav avêtinê nebîne, bersiveke erênî bide aliyên ku ji bo çareseriyê hewl didin û tişta ku dikeve ser milê xwe di demek zû de pêkbînin.” 

ANF/BEHDÎNAN