Belgefilmê bi navê ‘Dayê negirî, ez li cihek xweş im’ ku Komkujiya Roboskê ya ku 34 ciwanên Kurd hatin qetilkirin duh êvarê li Salona civînê ya Cezayîr hat nîşandan. Fîlmê bi hevkariya ÎHD û MAZLUMDER’ê hat çêkirin, derherê film Kivanç, malbatên Roboskê, serokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Ahmet Faruk Baysal û gelek kes tevlî bûn.
Di film de jiyana 34 kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve tê vegotin. Hemû malbat bîranînên xwe yênn zarokên xwe vedibêjin û carna jî bal dikişînin ser bazarganiya sînor ya ku ji ber xizaniyê neçar dimînin bikin, vedibêjin.
Film jî ji vegotineke dayikekê ye. Dayik diyar dike ku her roj kurê xwe di xewna xwe de dibîne û diyar dike ku kurê wê jê re dibêje ‘Dayê negirî ez li cihekî xweş im’.
Di serê film de pîrozbahiyên ji sersalê cih digirin. Komkujiya Roboskê çend roj beriya pîrozbahiyên sersalê pêk tê. Pîrozbahî betal nebibûn. Kivanç bal dikişîne ser vê rewşê. Li aliyekê pîrozbahiyên sersalê û li aliyê din jî malên vala yên malbatên Roboskê.
ANF/STENBOL