Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan berxwedana Newrozê ya Amed, Stenbol û Kurdistanê silav kir û got; “Dem dema xîretê ye, dem dema rûmetê ye. Ez bawer dikim ku dê ciwanên Kurd vê yekê nîşan bide. Dê bi pêşengiya ciwan û jinên Kurd, gelê Kurd dest bi destpêkeke nû bike. Divê li her der daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin. Baweriya me heye ku gelê me li hemberî faşîzma AKP’ê gav paş de naavêje”. Karayilan banga berdewamkirina berxwedana gelê Kurd di Newrozên li Amedê û Stenbolê de nîşan da kir.
Karayilan bersiv da pirsên rojnamevan Halît Ermîş û peyamên girîng da. Karayilan di peyamên ji bo Newrozên li Amed û Stenbolê hatin li darxistin de got; “Ez Newrozê tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim, gelên herêmê, Newroza Rêber Apo, dayîkên şehîdan û hemû dayîkên Kurdistanê pîroz dikim. Gelê me yê Amedê silav dikim. Gelê me yê li Stenbolê jî silav dikim” û sersaxî ji malbata rêveberê BDP’ê Hecî Zengîn ê di êrişa polîsên Tirk re hate kuştin re xwest.

Destpêka nû 
Karayilan got; “Ez Newrozê tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim, gelên herêmê, Newroza Rêber Apo, dayîkên şehîdan û hemû dayîkên Kurdistanê pîroz dikim. Gelê me yê Amedê silav dikim. Gelê me yê li Stenbolê jî silav dikim. Wana destpêkeke pir girîng dan destpêkirin, ez bawer im dê ev destpêke, bi xwe re dîrokek nû ava bike. Ev yek pir girîng e. Divê hemû gelê me vê rastiyê bibîne.”

'Naxwazin Kurd ji pêşveçûnan sûdê werbigirin'
Karayilan diyar kir; “Niha, Rojhilata Navîn dikele, divê êdî di vê kelekeleyê de Kurdistan jî xwe azad bike. Dewleta AKP’ê vê rastiyê dizane. Ji ber vê xwest Newrozê qedexe bike û têxe rojeke. Ji ber vê jî ev sê sal in li hemberî me siyaseteke dijwar û şereke giştî daye destpêkirin. Li ser siyasetmedarên Kurd qirkirina siyasî, li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd û îşkence pêş dixe, êrişên zarokên Kurd dikin. Armanca dewleta Tirk ew e ku gelê Kurd ji pêşveçûnên li Rojhilata Navîn îstîfade neke, bêdeng bimîne. Lê gelê me li Amedê bi helwesta xwe nîşan da ku gelê Kurd dê vê yekê qebûl neke.”

Bîranîna Hecî Zengîn 
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê got; “Gelê me yê Amedê, kolan bi kolan bendên polîsan derbas kir, berê xwe dan qada Newrozê, bi girseyeke ji ya her salên din xurtir Newrozê pîroz kir. Ev peyam peyameke girîng û pêngaveke dîrokî ye. Car din gelê me li Stenbolê berxwedanê gelê me û beşdarbûna dostên gelê me, helwestek pir bi rûmet e. Li vir şehîdê me çêbû. Şehîdê hêja Hecî Zengîn li bi bîr tînim û soz didim ku em ê bîranîna wî bi bilindkirina têkoşîna azadiyê bidin jiyîn. Ez ji bo malbata wî û tevahiya gelê Kurd sersaxiyê dixwazim. Dîsa derdora sed mirovên me bi kêr û guleyan birîndar bûne. Ji bo hemû birîndaran şîfayê dixwazim.”

‘Em Roboskî, Wan û Stenbolê jibîr nakin'
Karayilan bal kişand ser helwesta dewleta Tirk û AKP’ê yên li hemberî Kurdan û got; “Niha careke din diyar bû hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk xwedî helwesteke dijminatiyê ye. Li dijî gelê me siyaseta dijiminahî û dagirkerî dimeşîne. Di sedsala 21’ê de tu hovîtî û êrişeke bi vî awayî li cîhanê nîne. Êrişên li ser hemû beşên civakê nabe. Lê îro hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê vê yekê dike. Li ser hemû keramet û rûmeta êriş heye. Ji bo wê dixwazin gelê me bê rûmet bikin. Ji ber wê jî ewqas siyasetmedar û mirovên me bê suc avêtin zîndanê. Hemû nirxên gelê Kurd ji xwe re kiriye hedef û dixwaze hemû gelê Kurd bipelixîne.  Li ser me zilmek heye, li ser zarokên me êriş heye, li ser gelê me komkujî hene, cûdakarî hene. Em Komkujiya Roboskiyê, cûdakariya li Wanê û zilma li kolanên Stenbolê polîsan bi fermana AKP’ê li gelê me kir ji bîr nakin. Li ser rûmeta êrişek heye. Divê gelê me bizane. Îro her kes ji bo mafên xwe li kolanan in. Neteweyên herî bê rêxistin jî îro li kolanan e. Baş e çima em dernekevin kolanan. Çapemeniya dewleta Tirk dibêje xwest par bikin, lê nekarî bikin. Ev bihar ne bihara Ereban tenê ye, bihara gelan e. Êdî dema azadiyê ye. Dê gelê Kurd jî azad bibe, kesek nikare pêşiya wî bigire. Wê gelê Kurd xwe û rêbertiya xwe azad bike.”

‘Dem dema rabûnê ye'
Karayilan got; “Li Amedê qonaxeke nû dest pê bû. Dema çi ye? Dema rabûnê ye, li hemberî faşîzmê , li hemberî zilmê êdî dema serhildanê ye. Sibe, dusibe, sêsibe, li hemû deverên Kurdistanê Newrozê dê bê pîrozkirin. Divê ev çirûska berxwedanê ya li Amedê pêş ket, li cihên din berdewam bike, divê em jî xwe bikin xwedî îrade. Fethullah Gulen û Erdogan çi bixwaze, nikare li ser me ferz bikin. Ne heqê wan e bi rûmet û kerameta me bileyîzin, êrişê hemû jinên Kurd bikin, ciwanên Kurd bikin, malbatên Kurd bikin, siyasetmedarên Kurd bikin. Divê em vî heqî bi tu awayî nedin wan. Em xwe bikin xwedî îrade, em encex dikarin vê yekê li qadên Newrozê bikin.”
Me xwest em Newrozê bi aşitî pîroz bikin, ev 12 sal in em bi aşitiyane pîroz dikin. Min bi xwe daxuyaniyê de got ku divê Newroz Newrozek aşitiyane û demokratîk be. Lê AKP’ê tundî û şîddet xiste nav. Em ê li şehîdên xwe xwedî derbikevin. Divê tevahiya gelê me li Hecî Zengînan xwedî derbikevin. Êdî bes e ji vê zilmê re. Divê em êdî li hemberî vê rabin. Yanî ev Newroz divê bibe Newroza rabûnê.”

‘Divê gelê me dagirkeriyê red bike'
Karayilan wiha domand; “Divê êdî gelê me sîstema dagirkerî red bike. Em bi xwe zimanê xwe biaxivin, em bi xwe sîstema xwe avabikin. Têkiliyên xwe û yên dagirkeriyê nû bikin. Di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de em amade ne ku bi wan re bijîn. Lê ger nebe jî em ê bi serê xwe sîstema xwe ava bikin. Em ne muhtacê wan in. Yanî di vê Newrozê de hate dîtin ku gelê Kurd dest bi destpêkek nû bike û bi ser bikeve. Hêviyên me heye ku li hemû qadên Kurdistan, li Botan, Xerzan, Zagros, Serhed, Riha, Dîlok, Dêrsimê û li Çûkûrovayê, li Bakûrê Kurdistanê hemû Newroz divê li ser esasê ruhê berxwedanî bê pîrozkirin. Ne hewce ye, weke berê tenê mûzîk hebe, divê zêdetir siyasî û berxwedanî be. Bila li hemberî êrişên AKP’ê kes gav paşde neavêje.”

‘Dive pêvajoya Newroza Amedê bidome'

Karayilan got; “Dem dema xîretê ye, dem dema rûmetê ye. Ez bawer dikim ku dê ciwanên Kurd vê yekê nîşan bide. Dê bi pêşengiya ciwan û jinên Kurd, gelê Kurd dest bi destpêkeke nû bike. Divê li her der daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin. Baweriya me heye ku gelê me li hemberî faşîzma AKP’ê gav paş de naavêje. Hebûna xwe li hemû qadên Newrozê û li kolanên Kurdistanê nîşan bide. Bihayê wê çi be jî, dê gelê me li rûmeta xwe xwedî derbikeve. Banga me ji hemû welatparêzên Kurdistanê re, ji hemû ciwanên Kurdistanê re, di van rojên dîrokî de tevlîbûna xwe û fedekariya xwe bilind bikim, bi cesareteke mezin, beşdarî Newrozê bibin û agirê Newrozê geş bikin, ruhê Newrozê, ruhê Mazlum Doganan bilind bikin. Mafê me jî heye ku em jî weke her kesê li ser axa bav û kalan bi azadî û serfirazî bijîn. Ji bo vê divê em derbikevin kolanan û li rûmeta xwedî derbikevin. Pêvajoyeke bi Newrozê Amedê dest pê kir, em hêvî dikin ku dê li bajarên din jî berdewam bike. Li ser vî esasî Newroza hemû gelê me pîroz dikim û serkeftinê dixwazim.”

ANF/BEHDÎNAN