Rewşenbîr û çalakvanên Başûrê Kurdistanê têkildarî azadiya xweîfadekirinê diyar kirin ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ji azadiyê ditirse û gotin, yên ku digotin, me di oxira azadiyê de xwîna xwe daye, niha ji azadiyê ditirsin. 

Di çend salên bihurî de gelek rojnamevan û rewşenbîr li Herêma Kurdistanê hatin kuştin û gelek jî bi girtin, êşkence û derxistina ji warê xwe re rû bi rû mane. Sala 2016'an, bi taybetî piştî girtina parlamena Herêma Kurdistanê, gelek rojnamevan, çalakger û kesayetên siyasî hatin neçarkirin ku ji sînorê Hewlerê û Dihokê derkevin. Ev jî bû sedema nerazîbûnê li Kurdistanê û li nava rêxistinên navneteweyî.

Rewşenbîr û çalakvanên Başûrê Kurdistanê têkildarî azadiya xweîfadekirinê ya li Herêma Kurdistanê, diyar kirin ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ji azadiyê ditirse û gotin, yên ku digotin, me di oxira azadiyê de xwîna xwe daye, niha ji azadiyê ditirsin.

 

PDK ji desthilat û kursiya xwe ditirse

Rojnamevan Binar Hîdayet li ser mijarê got, "Piştî raperînê û ji ber xatirê mayîna  desthilatê, hizbên herêmên PDK'ê û YNK'ê hatin ava kirin. Li van navendan jî yên ku dengê na bilind kirî, bûn qûrbanî û bûne xwarina jêrzemînên tarî."

Binar Hîdayet îşaret bi wê yekê kir ku PDK'ê nekarî rêyeke demokratîk bîne herêmê û got, "Nekarî  rûyekî xweşik yê demokrastiyê nîşanî civaka navneteweyî û ciwanên vî welatî bide. Ev jî ji ber du sedeman e. Ya yekem ji bo bibêjin; 'ev Hewlêr e,  bajarek bê deng û  aram e û kolan ji wan razî ne'. Ya duwem jî ew e ku ji desthilat û kursiya xwe ditirsin."


Ti azadiyeke me nîne

Binar Hîdayet got, heger PDK bi vî awayî dewam bike, wê dibe dîktartor û wiha peyivî: "Me gelek dîktator li herêmê, li Misir, Tûnis, Lîbya û Iraqê dîtine ka çarenûsa wan bû çi. Ne PDK, ne YNK û ne Tevgera Gorran ji Sedam, Qedafî û yên din bi hêztir in.“

Nivîskar û Helbestvan Beyan Îbrahîm jî li ser mijarê got: "Li welatê me azadiya xweîfadekirinê hatiye paşguh kirin. Ji ber wê, ne weke ferd ne jî weke civak ti azadiyeke me nîne."

 

Li ser nivîsekê rewşenbîrekî digirin

Beyan Îbrahîm got, çîna desthilatdar dixwaze dengê xwe bi ser bixwe û wiha dewam kir: "Naxwaze dengê civakê bi ser bikeve. Ti cudahiyek di navbera hikûmeta Baas û hikûmeta niha de nîne. Niha xirabtir e jî. Sedam Hisên Ereb bû lê ev Kurd in."

Çalakvanê sivîl, Heme Şiwan Kemal jî li ser azadiya xweîfadekirinê ya li Herêma Kurdistanê got: "Ew kesên ku bi xwe dibêjin; 'me ji bo azadiyê rûbarek xwîn rijandiye, îro ji azadiyê ditirsin. Em dibînin  ku rojane xelk tên girtin."

Heme Şiwan Kemal got, rewşenbîrên li ser nivîsek girtî hene û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev jî tê wateya azadî nîne."


DANA OMER/ROJNEWS / SILÊMANÎ