Weşanxaneya Soran li Elmanyayê xebata felsefî ya nivîskar-civaknas Alî Gurdilî ya bi navê "Destpêka Felsefeyê" weşand. Wekî tê zânîn, demeke dirêj e ku Alî Gurdilî li ser mijarên felsefî û zanistî lêkolîn dikirin û xebatên xwe bi awayekî bi rêkûpêk didomandin, di heman demê de xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e. Kitêba ‘Destpêka Felsefeyê’ ji 436 rûpelan pêk tê û ebada wê jî, 15,5cm X 23 cm ye.
Alî Gurdilî ji bo berhema xwe ya nû dibêje: "Kefxweşiya min a niha ew e ku ev xebata me, derketiye ser kaxêz û dê here ber destê xwînerên Kurdî. Ev gav, înşeleh dê bibe sebeb ku gelek xebatên baştir jî, ji layê nivîskarên me ve werin afirandin." Alî Gurdilî her weha diyar dike ku ew berhem encama xebata wî ya deh salan e.
Gurdîlî di pêvajoya çapkirina pirtûkê de weşanxaneyên Kurdî rexne dike û destnîşan dike ku ji bo xebatên xwe, bi gelek weşangerên naskirî re axifiye lê bersiva wan " Mamoste xebatên te pîroz in, lê wekî tu jî pê dizanî, bazar tune" bû. Alî Gurdilî ji bo xebatê xwe yê zanistî û felsefî wiha dibêje: " Helbet ta radeyekê, min heq dida wan jî. Lê ji bo xebatên destpêkî yên wiha, bêguman divê piştgiriyek hebe, da ku xebatên felsefî û zanistî karibin herin ber destê xwînerên xwe. Bêguman, ev yek dê bibe sebeba pêşketina zimanê me jî. Hasilê, ez gelekî spasiya rêveber û berpirsiyarên Weşanên Soran dikim, ku bi berpirsiyareke jidil, xwe dane ber barê weşandina xebata min ya Destpêka Felsefeyê."
Naveroka pirtûkê
Pirtûk ji felsfefeya Yûnan a kevnar heta bi ya modern, bi hûrgilî li meseleyê dinihêre. Ji bilî felsefeyên ramangeran, pirsa rê û rêbaza felsefê jî dihundirîne û wan pirsan jî dahurîne. Her wiha, dîsa bi berfirehî felsefeya feylesofên mîna Sokrates, Platon, Arîstotales, Thales, Anaksîmenes, Anaksîmandros, Zenon, Şêx Bedredîn, Îmamê Xezalî, Epîkuros û gelekên din, bi berfirehî hatine nasandin û nîqaşkirin. Dîsa çend teoriyên felsefî yên sereke, bi awayekî hûrgilî hatine nivîsandin.
Mamoste Alî Gurdilî ji bo ebadê pirtûkê jî dibêje ku ebada kitêbê, mîna ebada pirtûkên dersan hatiye amadekirin û wiha dipeyive: "Ez hêvîdar im ku ji kesên ku dest bi xwendina felsefeyê bikin, bibe çavkaniyek sereke û serkeftî. Bi hêviya ku baş were xwendin û têgihiştin. "
Alî Gurdilî kî ye?
Ali Gurdilî, civaknasekî Kurd e. Sala 1966 an li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku sala 1980´yî bi malbata xwe hemûyî re koçî bajarê Îzmîrê dibe, li Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê dixwîne û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite.
Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zarokan e. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.
Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.
1- Dengê Felsefeyê - Weşanên Doz - Rêbendan 2006
2- Rewîtiyeke Zanistî - Weşanên Doz - Gulan 2007
3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015
ÎBRAHÎM BULAK
FRANKFURT