NPG'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk ji Şoreşa Rojava gelekî aciz e û wiha dewam kir: "Heta roja îro, gelek rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin, ku çekên ji PYD/YPG'ê re tên şandin, li dijî wan tên bikaranîn. Herî dawî roja 21'ê Mijdarê Erdogan di civîneke NATO'yê de axivî û îdîa kir ku çekên hêzên navneteweyî dane hêzên şoreşa Rojava, li ser HPG'yiyan hatine girtin. Ev îdîa derewên Erdogan û dewleta AKP'ê ne, ku di dijminatiya li Şoreşa û Gelê Kurd de sînoran nas nakin."
NAVENDA NÛÇEYAN