Akademîsyen, nivîskar û siyasetmedar piştgiriyek xurt didin kampanyaya “Demokrasî li Piştî Şibakan e” a ku bi boneya balê bikişînin ser rewşa siyasetmedarên Kurd ên ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hatine girtin, hatiye destpêkirin.
Parêzvanên Aşitiyê ku kesayetên weke Chomsky, Kathmann, Morgantini û e Strutynski jî di nav de ne, operasyonên di bin navê KCK’ê de li ser Kurdan tê meşandin bi tundî şermezar kirin û banga "Girtiyên siyasî serbest berde, li Tirkiyeyê kir.”
Prof. Dr. Noam Chomsky, Alîkara Serokê PEN’a Navnetewî Lucina Kathman, ji Îtalyayê Alîkara berê ya Serokê Parlementoya Ewropayê Luisa Morgantini, Berdevkê Tevgera Aşitiyê yê Almanyayê Dr. Peter Strutynski, ji Partiya Sosyal-Demokrat endmê Meclîsa Basel-Stadt Kanton Meclisi Jürg Meyer, ji Almanyayê Prof. Dr. Georg Auernheimer Prof. Dr. Ulrich Gottstein di kampanyayê de xwestin ku dawî li operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî Kurdan tên kirin, bînin.
Zimanzan û hizrênerê navdar Prof. Dr. Noam Chomsky bal kişand ku li Tirkiyeyê di mijara mafê mirovan de paşketin heye. Chomsky diyar kir ku bi taybet di mijara pirsgirêka Kurd de pêşketinên bi fikar çêdibin û got; "Divê hemû dozên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî vê yekê bidin, zextê li Tirkiyeyê bikin û piştgirî bidin mexûrdan.”

'Erdogan cot standardiyê dike'

Alîkara berê ya Serokê Parlementoya Ewropayê Luisa Morgantini diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di çareserkirian pirsgirêka Kurd de ne jidil e û got; “Erdogan cote strandartiyê dike. Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê serbest bêne berdan.”

'Dest ji êrîşan berde'

Ji berpirsê n Rêxistina Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî ya Almanyayê (IPPNW Prof. Dr. Ulrich Gottstein ise diyar kir divê Tirkiye dest ji êrişên li ser krudan berde û got; “Heta zextên dewleta Tirk ên li ser Kurdan berdewam bike , ew nikare bibe endama YE’yê.”

Her tim girtin hene

Alîkara Serokê PEN’a Navnetewî Lucina Kathman jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên Kurd hatine girtin û got; “25 sal in ez ji bo azadiya ramanê di nava xebatên PEN’a Navnetewî de dixebitim. Her tim giritn û binçavkirin hene. Dewleta Tirk kesên hêja yên weke Ragip Zarakolû û Denîz ku tevlî tu çalakiyên tundraw nebûne avêtiye girtîgehê. Em li hemberî vê yekê pir kîndar in û ji Tirkiyeyê dixwazin serbest bêne berdan.”

'AKP'ê em xapandin'

Ji Almanayayê Prof. Dr. Georg Auernheimer jî bal kişand ser girtinên siyasî yên li Tirkiyeyê û diyar kir ku ger li welatekî siyasetmedar bêne girtin, mirov nikare bi xweşbînî li demokrasiya wî welatî binêre, ji ber ku ev yek li demokrasiyê nayê. Georg Auernheimer got; "Beriya çend salan me digot qey Tirkiye ber bi dewletek a hiqûqê ve diçe. Lê niha em xapiyan.”

'Dawî li hevkariyê bîne'

Berdevkê Tevgera Aşitiyê ya Almanyayê Dr. Peter Strutynski jî rexne kir ku rojava li hemberî kampanyaya zextan a li ser Kurdan û muxalîfan bê deng e. Dr. Strutynski, destnîşan kir ku zêdetir di warê aboriyê de li Tirkiyeyê dimeyzînin û ji hikûmeta Almanyayê xwest dawî li hevkairya li gel Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan bîne. Strutynski ji Almanyayê xwest ku dawî li Kurdên muxalîf ên li Almanyayê dijîn bîne.
Ji partiya Sosyal-Demokrat a Swîsreyê, endamê Meclîsa Basel-Stadt Kanton Jürg Meyer, bal kişand ku siyaseta li Tirkiyeyê her ku diçe dijwartir dibe û got; “Ez dixwazim ku girtiyên siyasî tavilê serbest bêne berdan. Tişta rast ew e ku li Tirkiyeyê mafên siyasî û xweseriyê yê Kurdan bê dayîn. Divê ji pirsgirêka Kurd de çareseriyeke siyasî bê dîtin.”

Beşdarên nû 

Aktîvîstên kampanyayê ku diyar dikin ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke siyasî ye û daxwaz tê kirin ku di demek zû de dawî li êrişên li hemberî daxwaza xweseriyê ya Kurdan hatiye destpêkirin, bê anîn.
Kampanyaya Demokrasiya li Pişt Şibakan her ku diçe li rastî piştgiriya siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, nivîskar, hiqûqnas, û parzêvanên mafê mirovan ên rengîn ên cîhanê tê.


DEVRÎŞ ÇÎMEN - ANF/KOLN