
Hostayê tembûrê yê Dêrsimî Kaya Yildiz bal kişand ser girîngiya çanda tembûrê û ji bo ev çand ji dest neçe, bang li ciwanan kir da ku biçin dersên tembûrê. Li goşeya ber bi Meydana Seyît Riza ya Dêrsimê, li jêrzemînê avahiyeke sê qatî, Kaya Yildiz ê 61 salî dixebite. Ev çil sal in ku tembûran çêdike. Yildiz li tembûrên xwe dide û li ber wan distire jî. Ew îşaret bi girîngiya çanda tembûrê di baweriya Elewîtiyê de dike.
Yildiz dibêje, "Min di 20 saliya xwe de dest bi vî karî kir. Piştî gundê Temûrtaht, li Stenbol û Dîlokê mam. Di tevahiya jiyana xwe de min ji xwe re Aşik Veysel kire mînak. Li Dîlokê li cem hostayê xwe ez hînî gelek tiştan bûm."
'Bavê min tembûr maçî dikir'
Yildiz axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dema ez biçûk bûm, bavê min, kalê min, tembûr ji dîwêr dadixist, maçî dikir û datanî ser serê xwe. Stranên gelêrî digotin û careke din tembûr maçî dikirin û bi dîwêr ve dadiliqandin. Li ber tembûrê cem dihat gerandin. Ji ber vê yekê girîngiya tembûrê gelek bû. Divê ev çand ji dest neçe, ji bo ev çand ji dest neçe, ez di 61 saliya xwe de jî hînê vî karî dikim. Û ji karê xwe gelekî razî me. Ez ê her hostayê tembûrê bim. Ji bo çanda tembûrê ji dest neçe, ez ê heta dawiya emrê xwe vî karî dewam bikim."
'Divê ciwan biçin dersan'
Yildiz bang li ciwanan kir ku xwedî li çanda tembûrê derkevin û got, "Tembûr ziman, bawerî û çanda vî gelî ye. Divê ev bawerî, ol û çand winda nebin. Pêwîst e ciwanên me biçin dersên tembûrê; li baweriya xwe xwedî derkevin. Di tevahiya emrê xwe re ji bo ev bawerî, ji bo ev kevneşopî winda nebe, ez xebitîm. Ji îro û pê ve jî wê ev hewldan û xebatên min dewam bikin."
ANF / DÊRSIM