Di gotarê de tê diyarkirin ku komkujî ji aliyê bi hezaran Kurdan ve tê protestokirin. Kovar cih dide daxuyaniyên Hevserokê BDP’ê yên der barê komkujiyê de û destnîşan dike ku pankartek mezin bi konê sersaxiyê yê li gund hatibû danîn ve hatibû daliqandin û li ser wê pankartê ji bo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan gotibûn “Qatîl”.
Kovar dibêje; “Heta niha Erdogan neçûye sersaxiya malbatên ku kesûkarên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber kesên ku hatine kuştin jî lêborîn nexwestiye. Her çendî lêpirsîn hatiye destpêkirin jî, lê heta niha tu kes ji ber bûyerê nehatiye girtin an jî ji peywirê nehatiye girtin.”
Di gotarê de balê dikişîne ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên ji bo sergirtina komkujiyê yên weke “Qaçaxçî bi awayê komeke 40-50 kesî tevnagerin û wiha tê gotin; “Her çendî di sala 2010 de balafirên keşfê yên bê mirov hebûn jî, lê belê PKK’ê êrişên dijwar li hemberî artêşê pêk anî û ev yek jî bû sedema jihevketina artêşê.” Her wiha kovar cih dide daxuyaniya Erdogan a der barê komkujiyê de.
Zextên li ser Kurdan
Di nivîsê de wiha tê gotin; “Serokwezîr Erdogan di van demên dawiyê de helwesta xwe ya li hemberî Kurdan dijwartir kiriye. Di nava çend mehên dawiyê de, bi hezaran endam û rêveberên partiya Kurdan BDP, rojnamevan, şaredar, siyasetmedar, parêzer di çarçoveya tekoşîna li dijî PKK’ê de hatin girtin. Artêşa Tirk operasyonên xwe yên leşkerî li hindurê welat û êrişên li ser Bakûrê Iraqê yên li hemberî PKK’ê zêde kir.”
Kovar balê dikişîn ser ser hevdîtinên di navbera PKK û dewleta Tirk û dibêje; “Hevdîtinên ku di navbera hikûmet, PKK û Rêberê PKK’ê yê Girtî Abdullah Ocalan de, di demsala havînê de têk çûn û hevdîtina bi Ocalan re hate atengkirin, bi dehan parêzerên Ocalan hatin girtin û avêtin girtiîgehan.”
Kovar îdîa dike ku hikûmeta Erdogan hewl dide bi operasyonên leşkerî hêza PKK’ê lewaz bike bû vî awayî PKK’ê neçar bihêle ku vegere ser maseya muzakereyê. Kovar herî dawî dibêje “Divê Erdogan ji ber bûyera Şirnexê lêborînê bixwaze.”
ANF/LONDON