Ev yek, di roja me da ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Parlamena Ewropayê ve wek mafekî bingehîn ya însanî tê pejirandin. Li Komara Tirkiyeyê ev yek hêjî wekî mafekî bingehîn nehatiye pejirandin. Li Tirkiyeyê heta 2008 an 86 redkarên wijdanî derketin. Reda wijdanî di hemû welatên Yekîtiya Ewropayê wek mafekî bingehîn ya mirovî tê pejirandin. Di sala 1993'an de li navçeya Mîlasa Muglayê bi tevlêbûna nûnerên 40 welatan civîna Redkarên Wîjdanî ya Navneteweyî hate lidarxistin û biryarên girîng hatin dayîn. Piştî vê civînê 15'ê Gulanê wekî Roja Redkaren Wîjdanî îlan kir. Li Tirkiyê yekem car di sala 1989'an de Tayfun Gonul reda wîjdanî aşkere kir û neçû leşkeriyê. Di sala 2008'an de jî 16 jinan biryara xwe ya reda wîjdanî aşkere kir. Niha li Tirkiyê 37 jinan biryara xwe ya reda wîjdanî aşkere kirin. Jinan diyar kir ku 30 salin şer berdewam e û herî zêde gelê Kurd ji vê yekê zirarê dibîne. Redkarên Wîjdanî dan zanîn ku Kurd rûbirûyê polîtîkayên înkar û îmhayê dibin.

Li 47 welatan mafê redê heye
Aktîvîstê Platforma Ji Bo Aştiyê Redkariya vijdanî Ercan Aktaş, li ser rewş û mafê redkariya vijdanî rawestiya û anî ziman ku her diçe hêjmara redkarên wîjdanî zêde dibe. Aktaş, da zanîn ku tenê li Tirkiyeyê zagona mafê reda wîjdanî tune. Aktaş, anî ziman ku di salên 90'î de hêjmara redkarên wijdanî pir kêm bû û wiha axivî: "Piştî sala 2000'an hêjmara redkarên wijdanî her ku diçe zêde dibe. Li herêmê şerek heye. Di vî şerî de kuştin zêde dibin. Li Ewropayê leşkeriya bi zorê tune. Mafê reda wijdanî heye. Di Konseya Ewropayê de 47 welatan mafê reda wijdanî daye. Lê li Tirkiyeyê reda wijdani tune.
Aktaş, destnîşan kir ku li Îstaîl û Fîlîztinê redkarên wijdanî zêdene û li Îngilîstan û DYA'yê jî redkarên wîjdanî yên li dijî şerê welatên din derdikevin hene.
Aktaş, da zanîn ku ji sala 2009'an heta niha wekî Platforma Reda Wijdanî hewl didin ku şerxwezan deşifre bikin û li dijî şer, pevçûn, kuştin û êşan li kolan û qadan dengê xwe bilin bikin û raya giştî agahdar bikin. Aktaş, destnîşan kir ku ji ber zimanê çapemeniyê û feraseta pergala serdest şerê heyî û êşên heyî baş nehat dîtin. Aktaş, destnîşan kir ku TC dewletek leşkerî û militer e û wiha got: "Li hemberî wê PKK heye. Dîsa herînên ku PKK jî milîter e heye.

'Bi hezaran mirov dibin mertal'
Aktaş feraseta 'Her tirk leşker ji dayik dibe' jî rexne kir û wiha got: "Li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê, qada kar û darazê her tim leşkeriyê bi kesan şerîn dike. Şer û tundiyê bi mirovan şerîn dike. Dibêjin 'Artêş ocaxa pêxemberan e. Her tirk leşker ji dayik dibe' Divê ciwanên ku rastî tundiyê tên li dijî politîkayên TSK'ê xwedî helwestek bin. Divê em her tim dijberiya xwe ya şer bînin ziman. Îro li Kurdistanê bi hezaran bi 10 hezaran mirov diçin qadên operasyonan û bedena xwe dikin mertal. Divê welatiyên Enqere, Stenbol û Îzmîr ji piştgiriyê bidin van welatiyan û li dijî şer derkevin."

'Zilma li Kişlayê li kişlayê dimîne'

Aktaş, destnîşan kir ku feraset û polîtikayên 'Pêkanînên li kişlayê li kişlaye dimînin' serdest e û ji ber vê yekê binpêkirin, îşkence, întîhar û kuştinên bi şikdar nayên parvekirin. Li Kişlayê geşedanên pir ecêb çê dibin. Li leşkeriyê işkenceyek pir giran heye. Bi hezaran kesên naxwazin bibin leşker û ji leşkeriyê direvin hene. Lê em xwe nagînin van 100 hezaran. Divê em xwe bigînin wan û mafê wan bi wan re parve bikin.
Aktaş, anî ziman ku herî zêde zarokên malbatên xizan diçin lekeriyê û herî zêde divê ew bertekê nîşanî vê yekê bidin û wiha berdewam kir: "Dema li leşkeriye leşkerek dimire, malbat bi wan re têkiliyên taybet datîne. Bi tekilên aborî dixwaze wan bi xweve girê bide.
Aktaş, bilêv kir ku di pêşnûmeya hikûmeta AKP'ê de li ser mafê reda wijdanî tiştek tune û wiha pêde çû: "Divê di makeqanûna nû de mafê reda wijdanî jî hebe. Lê heta niha AKP'ê di pêşnûma û xebatên xwe de li ser mafê reda wijdanî tiştek nedaye ber xwe. Her çend zextên ewropa li ser Tirkiyeyê hebe jî Tirkiye ev yek nexistiye rojevaı xwe. Divê mafê reda wijdanî jî di makeqanûnê de cih bigire û bê parastin."
Aktaş, bang li her kesî kir û xwest bêdir dengê reda wijdanî xurt bikin û her kes li vî mafê xwe yê bingehîn xwedî derkev. Aktaş, xwest êdî mirov nebe amûrê şer û li dijî hemû şer û pevçûnan helwestek xurt nîşan bidin.

DÎHA/STENBOL