Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken ku ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku wana dixwest ku komîsyon bi qanûnê were qebûlkirin û got: “Me dixwest bi rêya qanûnan bê amadekirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tesbîtên wêrek têde cih bigirin. Me beriya niha vê yekê di hevdîtinên bi hukûmetê re pêk anî de, tiştek wiha xwest, lê hukûmetê diyar kir ku ew ji ber nerazîbûnên li kolanan û muxalefetiya CHP û MHP’ê nikarin bikin. Bi formuleke din komîsyona lêkolînê anî rojeva meclîsê.


Girîngiya xebatên qanûnî
Baluken diyar kir ku ew ev komîsyon ji komîsyoneke normal a lêkolînê cûda ye û got: “Pênasekirina peywirê û endaman li gorî vê divê bê diyarkirin. Li aliyeke din jî ger dê komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebite, divê hejmara endamên partiya me ya ku bi nunertiya vîna gel hatiye hilbijartin li ber çavan bê girtin û divê di komîsyonê de xwedî giranî be. Jixwe CHP û MHP berê dan zanîn ku ew ê endaman nedin komîsyonê, lê dê di dema avabûna komîsyonê de jî wiha bin an na nem nizanin.”
Baluken destnîşan kir ku ji ber ku komîsyon xwedî mîsyon û peywiree dîrokî ye, got ku divê ji komîsyonên lêkolînê yên klasîk cûdatir bixebite û got: “Em ê nêrînên xwe bi serokê Meclîsê û partiyên din re parve bikin.”
Parlementerê BDP’ê Baluken da zanîn ku pêvajoya xebatên komîyoneke normal a lêkolînê sê meh in û agahî da ku dibe xebata vê komîsyonê bigihe çar mehan. Baluken bal kişand ser pênşiyara BDP’ê ya ji bo avakirina komîsyonê bi rêyên qanûnî û got ku ev yek dê di warê rayeyê de jî girîng be.”

Vekirina rêya parlamentoyê

Baluken ku got: “derxistina qanûna ya parlementoyê dê di demên pêş de bê rojevê. Di daxuyaniyên nû yên serokwezîr de jî balê dikişîne ser guhertinên nû yên qanûnî.” Îdrîs Baluken destnîşan kir ku pêvajoya aşitiyê pêvajoyeke dirêj e û divê bi awayeke wêrek nîşan bibe û got: “Komîsyon pirsgirêka Kurd çareser nake, dê pêşiya parlementoyê vebike.”Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Dr. Îdrîs Baluken da zanîn ku dê komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd guhdarî muxatab û pisporan jî bike û got: “Tê payin ku dê komîsyon li Bakûrê Kurdistanê lêkolînan bikeû piştî sê an jî çar mehên din dê rapora xwe amade bikin.”



ALÎ BARIŞ KURT / ANF/STENBOL