Navendîparêz sîstema federaliya demokratîk reş dikin
Ji êla El-Edwan, Endamê Meclîsa Biratiya Gelan û Jiyana Hevbeş û Cîgirê Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Serêkaniyê, Ebdulrezaq El-Hilû got, xalên ku di belgenameya danûstandinên Cenevre-3 de derketine holê bi tu rêbazê aloziya Sûriyeyê çareser nakin û destnîşan kir ku bi tena xwe sîstema Federaliya Demokratîk ji bo demokratîzekirina Sûriyeyê çareserî ye.
Derbarê idîayên “Sîstema federaliyê yek alî ye û Sûriyeyê parçe dike”, El-Hilû got, “Armanc ji van idîayan ew e ku vê projeyê têk bibin û tevlîheviyê derxînin û sîstema navendî vegerînin Sûriyeyê”.
Rûspiyê êla Şûmer Şêx Seyf El-Hacim diyar kir ku ew qebûl nakin ti hêzek ji derve dest werde welatê wan û tekez kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê dê di destê gelê wê bi xwe de be.
Tecrûbeya Xweseriya Demokratîk
El-Haçim wiha axivî: "Divê gelê Sûriyeyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike. Mînakên berê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî vê yekê îsbat dikin. Herêmên xweseriyê niha herêmên herî bi ewle û aram in li Sûriyeyê. Her wiha vê sîstemê îsbat kir ku pêdiviya gelên herêmê bi sîstemeke yekîtiyê û piralî heye ku li ser bingeha wekhevî û nenavendîbûna bê avakirin”.
Ruspiyê Êla El-Zûbeyîd, Şêx Raxib El-Faris bal kişand ser belgenameya ku di encama hevdîtinên Cenevre-3 de derketibû holê û got, ev belge wan temsîl nake. El-Faris wiha pê de çû: “Ev belgename tenê ji bo berjewendiyên hin aliyan hatiye amadekirin. Em di Cenevre-3 de tune bûn, lewra encamên danûstandinan jî me elaqedar nakin. Niha tenê nêrîna me ew e ku sîstema Federaliya Demokratîk dê karibe Sûriyê ji aloziyê rizgar bike”.