Di şeva 30’yê gulanê de 6 cerdevanî xwe gîhand gundê Çeltîklî û bi Nunerê Bedlîsê yê ÎHD Hasan Ceylan û aktîvîstê mafê Mirovan Vahît Fîdan re bi ciyên fermî re hevdîtin pêk anî. Cerdevanan beriya hevdîtinê daxuyaniyek dan û tiştên jiyabû ji Hasan Ceylan re vegotin. Cerdevanan gotin ku 13 rojan girtî man lê rastî tu muameleyek xerab nehatiye wekî mîvanan hatine girtin. Her wiha spasiyên xwe jî pêşkêşî Nûnertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê kirin. Nûnerê ÎHD Hasan Ceylan piştî bi cerdevanan re hevdîtin kir, diyar kir ku divê hevdîtina Oslo yên navbera dewlet û PKK’ê de bidome. Ceylan wih agot: “Riya rawestinadina şîdet û şer ne bi operasyonan bi diyalogê pêk tê. Divê hevdîtin di navbera aliyan de bidome. Ev helwesta baş ya li hemberî cerdevana vê jî nîşan dide ku çareserî tenê bi diyologê pêk tê. Cerdevanên hatin girtin der barê girtina xwe de diyar kirin ku di dema girtina wan de hatiye fêm kirin di operasyona ku 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dest dane de cih negirtien û piştî serbest berdane.
Cerdevanan got ku hemû pêwistiyên wan yên xwarin, tenduristî û cil û bergan pêk anîne û bang kirin. Cerdevanab wiha got: “Em careke din çekan nagirin. 700 lîre pere didin me û jiyana me dixin xeteriyê. Kesên 3-4 TL meaş digirin me didin pêş. Me din ava 13 rojan de aliyên xerab yê cerdevaniyê fêm kir. Bila hemû cerdevan çekênxwe deynin. Cerdevanan piştî ku li Qerekola Cendermeyan a Çeltîklî îfade da şûnde sewqî Dozgeriya Komarê ya BedlîsÊ hatin kirin.