
Helbestvan û mamostayê Waregeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û xwendevanê Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Parîsê ligel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê hêzên tarî hatin qetilkirin, Bedran Penaber yekem pirtûka xwe ya helberstan a bi navê “Êdî mirin ne karê me ye” diyarî Şoreşa Rojava û Sakîne Cansiz kir.
Bedran Penaber yek ji wan kesane ku di şert û mercên panebertiyê de jiyana xwe derbas kiriye û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Di nava têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê de xwişk û birayekî Bedran Penaber jiyana xwe ji dest daye û li gel malbata xwe 20 salin di şertên penabertiyê de dijî.
Hemû şêweyê jiyanê vekolaye
Helbestvan Bedran Penaber, Kolêja Wêjeyê ya Zanîngeha Selahedîn qedandiye li ser naveroka yekem pirtûka xwe ya helbestan wiha dibêjê: “Helbestên min li ser têkoşîna azadiyê, berxwedan û xweragiriya li çar parçeyên welat e û jiyana civakî û hezkirinê ye. Wek şêwaz jî bi şêwazekî modêrin dûr ji şêwazê klasîk e. Herwiha di nava helbestan de helbestên tirajêdîk, komedî û helbestên ji bo zarokan û demsalan jî kurt bin hatine nivîsîn.”
'Heval Sakîne mamosteya min bû '
Helbestvan Penaber diyar kir ku mebesta wî ya nivîsandina pirtûkê ewe ku êş, jan, xweşî û şadiyên di nava dilê xwe de bi gel û welatê xwe re parve bike û wiha hestên xwe tîne ziman: “Mebesta min a nivîsîna vê pirtûkê jî ew e ku kêmek jî be êş û jan, xweşî û şadiyên li nav dilê min kombûyîn bi gel û welatê xwe re par ve bikim."
Bedran Penaber got wî pirtuka xwe diyarî Sakîne Cansiz û Şoreşa Rojava kirî ye û gotinên xwe wiha domand: "Heval Sakîne Cansiz an jî heval Sara di serdema xwe de ji bo min mamostatî kiriye û bandorek mezin a hezkirina jiyanê li ser min kiriye."
Bedran got pirtûka wî li Rojava hatiye çapkirin û wiha pêde çû "Şansa mi pir mezin e ku yekem pirtûka min li Rojava hat çapkirin. Ji ber ku Rojava li ba min, di nava dilê min de hezkirinek cuda heye ku li wir hat çapkirin ez du caran şabûm.”
ABID KAR/ROJNEWS/MEXMÛR