Oruç, anî ziman uk ji doza PKK'ê 27 salan girtî ma û fikra çîroka Dewrêş wiha anî ziman: "Dema Birêz Ocalan derbasî Romayê bû xwest çîroka Dewrêş bê nivîsandin. Jiyana xwe û ya Dewrêş wekî hev didît. Ewil ji bo ku ez xwe bigînim agahî û belgeyan pir astengî hebûn. Piştî demekê min xwe gîhand hemû dengbêjan û min li stranên der barê Dewrêş de guhdar kirin. Min li girtîgehê bi nameyan ji hevalên din Dewrêş pirsi. Min dixwest ez nexşeya erdnîgariya herêmê bipirsin. Lê rêveberiya girtîgehê ev yek nedida min. Min dixwest der barê çîroka Dewrêş de bibim xwedî agahî û piştre dest bi nivîsandinê bikim. ."
Oruç, anî ziman ku di vê destanê de evîna welatekî û evîna neteweyekî heye û wiha got: "Li Kurdistanê şerê di navbera du eşiran de nakokiya wî neteweyî tîne ziman. Ev şerê navbera erîşa li hemberî yekîtî û tifaqiyê ye. Di evîna Dewrêş û Adûlê de mirin jî heye. Di evînê de jiyanê ava dike. Lê dema bi şopa evînê dikeve mirin jî dibe perçeyekî vê yekê. Dema birîndar dibe jî dibêje simbêlê min ê zer şeh bikin, porê min şeh bikin. Dema Edûlê hat û ez di nava xwînê de dîtim jî bila min xweşik, jîr bi rumet û leheng bibînin. Bila zanibe ku ez ji bo rûmet û vina xwe mirime." Oruç, da zanîn ku Adûlê di destanê de peyvir û erka "Evîna bigîne heq û gel" daye ser milê xwe û wiha berdewam kir: "Adûlê mal bi mal, gund bi gund digere û bi dengbêjiyê vê evinê belav dike. Bi vî rengî bêyî ku Dewrêş û Adûlê bizewicin evîna xwe dikin destan û derbasî pêşerojê dikin." Oruç, da zanîn ku di gotina çîrok û destana Evîna Edûlê û Dewrêş de bê guman kêmasî û agahiyên kêm hene û wiha berdewam kir: "Mirov dixwaze bi berfirehî û rastî vê çîrokê bigire dest. Ji ber ku ev çîrok rastiya gelê me tîne ziman. Aliyê gel ê kêm û lêgerîna wî ya azadiyê û rûmetê tîne ziman. "
Oruç, da zanîn ku evîna Dewrêş di Gogolê de jî cihê xwe digire û wiha derbas dibe. 'Her tişt ji bo evina min û evîna min jî ji bo welat'. Oruç, anî ziman ku Dewrêş ji bo evîna xwe azadî û ji bo azadiyê jî rumet û welat esas girtiye.
MURAT ÇÎFTÇÎ / MURAT SARIOGLU-DÎHA/RIHA