Di daxuyaniya asayîşa Kobanê de tê gotin: "Di çend rojên dawî de gelek gengeşî û axaftin di derbarê bûyera binçavkirina Dr Kaşan Şahîn de hatin kirin, hin aliyan jî, bê ku rastiya bûyerê zanibin an nêrîna me guhdar bikin, bi kampanya reşkirinê û derewan xwestin vê bûyerê bikarbînin. Piştre jî bi navê Saziyên Civaka Sivîl li dijî asayîşê xwepêşanek hate lidarxistin. Em jî bi vê daxuyaniyê dixwazin rastiya bûyerê ji gelê xwe yê Kurd re rave bikin. Destpêkê agahî gihişte me ku li nexweşxaneya Kobanê pirsgirêkek rû daye, dema em gihiştin me dît ku di navbera Dr Kaşan Şahîn û malbata zarokekî ku ji nû ji dayik bûye de, di derbarê bihayê emeliyatê de arîşe heye. Piştre em têgehiştin ku zarok bi xwe kurê şehîd Ednan Şêx Mihemed e, endamê Komîteya herêmê ya Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê û endamê tabûra Ehrar El.Reqa ya Togaya Eniya Kurdan a girêdayî Artêşa Azad e, ku di bombebarana rejîmê li bajarê Reqayê de jiyana xwe jidest dabû û nû wê rojê spartî axê hatibû kirin. Hin endamên PDPKS'ê jî bi malbata zarok re amade bûn. Me xwest ku em arîşeyê çareser bikin. Me jî û endamên PDPKS'ê jî soz da Dr Şahîn ku emê pereyên wî bi temamî bidinê, lê Dr Şahîn hêrs bû û xeber gotin, wî û kesekî din pêre bû çek li me kişandin. Dr Şahîn li endamekî me xist û çek danî ser serê wî, hêzên me jî ew binçav kirin ."
Hîn dibin çavan de ne
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dema ku me lêpirsîn pêktanî, agahî gihişte me ku li gundê Meqtelê komeke çekdar êrîşî mala endamekî asayişê kirine, koma çekdar endamên El Partiya Hekîm Beşar in ku hewldidin li Kobanê tevlîheviyan derxînin, koma çekdar hîn dibin çavan de ye û lêpirsîna wan berdewam e. 3 ji endamên komê li Herêma başûrê Kurdistanê tevlî perwerdeya leşkerî bûne. Piştre berpirsê El Partî li Kobanê Ferhad Şahîn hate cem me û berpirsyariya kiryarên endamên partiya xwe girt serxwe."
ANHA/KOBANÊ