
Hevserokê Giştî yê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya taybet bi RojNews re ragihand ku heke li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî çareser nebin, pirsgirêkên mezin wê rû bidin û got: “Pêwîst e partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berjewendiyên gel li pêşiya berjewendiyên partiyan bi cih bikin û kirîzan çareser bikin.”
Ajansa Nûçeyan beşa li ser krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê doh weşand û beşa mayî îro wê li ser malpera xwe biweşîne. Li gorî vê, hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser çend xalên girîng ên elaqedarê krîzê. Bayik destnîşan kir ku ger partiyên Başûrê Kurdistanê ji wan bixwazin û bipejirînin, ew amade ne ku wekî KCK´ê navbeynkariyê bikin û ji bo çarseriya pirsgirêka ku îro Başûr pê re rû bi rû ye, ji wan re alîkar bin.
‘Derve jî di çêkirina kirîzê de heye’
Cemîl Bayik di biwara destwerdana ji derve a nava krîzê jî nirxand kirin û weha peyivî: “Lewre, diyar bû ku bi vî şêwazî pirsgirêk nayên çareserkirin û roj bi roj girantir dibin. Partiyên Başûrê Kurdistanê jî van pirsgirêkan çareser nakin ji ber ku pirsgirêka desthilatdariyê dixin pêşiya pirsgirêkên gel. Vê yekê jî di nav gel de bawerîpêneanîn peyde kiriye. Destê derve jî di zêdekirina van kirîzan de heye.”
´Erdogan û Davutoglu qanûnên xwe binpê dikin´
Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik derbarê aloziyên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de jî ragihand ku şerê Erdogan û Davudoglû dikin ne rewa ye ji ber ku qanûnên Tirkiyê binpê dikin û got: “Her kes dibêje û dizane ku ev hilbijartin bi awayekî demokratîk birêve naçe. Ger di pêvajoya şer de sindoqên dengdanê li bajarên ku HDP’ê zêde deng tîne bibin cihek din û li gor xwe tev bigerin, ew demokratîk nabe. Ji bo wê jî nîqaş li ser vê hene ka di vê demê de wê çawa hilbijartin pêk werin. Bi vî awayî hilbijartin demokratîk nabin.”
KAROX REWANDIZÎ / ROJNEWS