Xwendekarên endamên Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) ên li ser banga Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava bi dirûşma "Em ê bi kenê Arînê azad bibin" ketin ser rê, wê tevahiya betlaneya xwe ya nîvê salê bi xebata ji bo kobaniyên li Pirsûsê derbas bikin. Xwendekarên li gundên Mehser û Miseynterê beşdarî çalakiya zincîra ji mirovan bûn, li wargehên li Pirsûsê belav bûn.

Xwendekara Zanîngeha Stenbolê û Endama DODEF'ê Sîbel Çokşen da xuyakirin ku ji bo moral û alîkariyê bide Kobaniyên ji neçarî koç kirine ew hatiye vê derê û çavdêriya xwe ya li gundên ser xetê bi van gotinan anî ziman: "Li gundên berxwedanê jiyana kolektîf di asteke bêhtir li pêş de ye. Gundên baş birêxistin bûye û xwedî pratîka berxwedanê ne. Kêfxweş im ku li van gundan im, parçeyek ji wan im."

Xwendekara Zanîngeha Marmarayê Kubra Bol a DODEF'î diyar kir ku ji bo ji nêz ve şahidiya ji serketina Kobanê û Şoreşa Rojava ya dîroka şoreşa jinê ya cîhanê dinivîsîne bike û destekê bide, ew hatiye Pirsûsê û ew ê li ser sînor nobedê bigire û tevlî xebatên li wargehan bibe. Bol got, "Li vê derê jiyaneke gelekî cuda, bedew û kolektîf heye. Em destpêka jiyaneke nû li vê derê dibînin."


'Ruhê li vir dikare cîhanê biguherîne'

Emek Dûrmûşoglû yê ji Stenbolê hatiye û li zanîngeha lê dixebite asîstaniyê dike anî ziman ku bandora Şoreşa Rojava di jiyaan komunal a li gundan de tê dîtin. Durmuşoglu wiha got: "Em li her du aliyên xwe, ji şoreşê re şahidiyê dikin. Yewnanistan û Rojava. Weke Marksîst Lenînîstên Anatoliya Navîn, em bi hestên enternasyonalîst hatin vê derê. Em dît ku li derveyî dewletê jî dibistan dikarin hebin. Li vê derê li dibistana komuna gund, zarok perwerdeyê dibînin." Dûrmûşoglû ragihand ku serketina Kobanêl jib o tevahiya gelên cîhanê serketineke girîng e û got, "Berxwedan û serketina Kobanê li Anatoliyê moral û têkoşîn zêde kir. Yekîtiya hêzê ya têkoşîna enternasyonalîst a li vê derê, têkoşîna hevpar û serketina wê ya dîrokî dikare rêveçûna cîhanê biguherîne."

Xwendekarê Zanîngeha Çukurovayê Çetîn Aydin jî anî ziman ku ji bo berxwedan û serketina Kobanê ji nêz ve hîs bikin hatiye û destnîşan kir ku divê her xwendekar bê Pirsûsê û vê atmosferê bijîn. 


 DÎHA/RIHA