Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Efrîn û Diyar Şêxler ên li eniya Qereqozaxê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Minbicê bûne, rewşa dawî ya operasyonê ji ANF'ê re nirxandin.

Ji fermandaran Şervan Efrîn cihên wan xwe gihandiyê yek bi yek nîşan dan û got, "Herêmên li pêşiya me, gundên nêzî navenda bajêr in. Gav bi gav em ber bi van gund û gundikan ve dimeşin. Li van cihên hûn dibînin hêzên me hene."

Efrîn destnîşan kir, ku êdî berê wan bi temamî li Minbicê ye û ragihand ku di vê operasyonê de gelek cenaze û cebilxaneyên çeteyan ketine destê wan.

Şervan Efrîn da xuyakirin ku çeteyên li pêşberî wan şikestine, ji bo xwe veşêrin û ji bajêr birevin, carinan kincên reş ên jinan li xwe dikin û got, "Bi vê yekê dixwazin hem xwe veşêrin, hem jî zerar li sivîlan bê kirin."


“Em ê Minbicê azad bikin’

Ji fermandarên QSD'ê Diyar Şêxler jî got, "Li herêmên me azad kirî, gel dema me dibîne gelekî kêfxweş dibe. Kêfxweş in ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne û li jiyana xwe ya berê vedigerin. Ji me re dibêjin ku bi saya me ev yek pêk hatiye. Jixwe, armanca me jî rizgarkirina Minbicê ye. Em ê Minbicê azad bikin û radestî gel bikin." Şêxler destnîşan kir, ku ew serbilind û kêfxweş in, ji ber ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxwaza alîkariyê li wan kiriye.

Şêxler got, "Li herêmên me azad kirî, em bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin" û axaftina xwe weha dewam kir: "Em niha ber bi gundên ser bi navenda Minbicê ve dimeşin. Rizgarkirina bajarê Minbicê ji serketineke leşkerî wêdetir, bicihhatina daxwaza gel e. Azadkirina gel e.

Li herêmên me azad kirî, gelek mirov dixwazin tevlî nava refên me bibin û şer bikin. Heta ku em Minbicê rizgar nekin û radestî gel nekin, em ê dest ji van çeperan bernedin. Daxwaza hemû şervan û fermandarên li eniya şer cih digirin, ev e." 


 SÎNAN DENÎZ/ANF-MINBIC