Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di nava Tabûra Şehîd Edalet a li Qamişlo de cihê xwe digre Viyan Nazelîn da zanîn ku ew tevlî nava refên YPJ bûn da ku karibe nirx û destkeftiyên gelê xwe biparêze. Nazelîn diyar kir ku pêwîst e hemû ciwan û jin şûna ku welatê xwe berdin, tevlî nava hêzên parastina Rojava bibin û got: “Jinên Kurd pêwîst e di kozikên pêş de cihê xwe bigre, bişdarî şoreşa azadiyê bibe û parastinê bike."
Nazelîn sedemên tevlîbûna xwe ya di nava YPJ᾿ê de wiha vegot: “Ji bo ku ez sîstema koletiyê ku bi hezaran sal li ser jinan rabikim min cihê xwe di nava refên YPJ᾿ê de girt. Li aliyeke din ez dixwazim herêm û gelê Rojavayê Kurdistanê biparêzim û li dijî êrîşên komên çete û dijminên gelê Kurd derkevim."
Nazelîn Endama Meclîsa Leşkerî ya (YPJ) Silava û şervana YPJ Xemlîn ku ji bo azadiya gelê xwe xwîna xwe fede kirin ev tişt got: “Şehîdên me Silava û Bêrîvan bûn sembola jinên ciwan û şervanên ku ji bo azadiya jinan û parastina nirxên Rojavayê Kurdistanê xwe fedakirin em ê heta dawiya li ser xeta wan ya berxwedanê bimînin û em ê nehêlin xwîna wan li erdê bimîne.᾿̓
Nazelîn bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî nava refên YPJ’ê bibin û herêmên xwe biparêzin.
'Serhildana li dij koledariyê ye'
Şervana tabûra Şehîd Edalet Şîlan Qamişlo jî sedama tevlîbûna xwe ya di nava refên YPJ’ê de wiha got: “Azadiya civakê ji azadiya jinan e, azadiya jinan tê wateya ku jin ji koledariya ku bi salan li ser hatiye ferz kirin xels bibe. Armanca me di YPJ᾿ê de ew e ku parastina hemû pêkhateyên herêmê ye, em hêzên parastina hemû pêkhatiyên Rojava ne.” Qamişlo da zanîn ku ew wek jina ciwan ji erka wan e ku tevlî hêzên parastina jinên herêmê bibin û got: “ne mumkin e ku tu kes ji derveyî welat bê û herêmên me biparêzin, em ê hemû herêmên xwe biparêzin.᾿̓
Qamişlo di dawiya axaftina xwe de Silava û Xemlîn bi bîr anî û got: “ Silava û Bêrîvan riyên me ronî kirin û xeta parastinê ji me re ronî kirin, em ê heta azadiya gelê xwe li ser xeta Silava û Bêrîvanê bimeşin. Qamişlo bang li hemû jinan kir da ku tevlî nava refên YPJ᾿ê bibin.
Şervana bi navê Rûmet Aldar jî da zanîn ku armanca wan ew e ku herêmên rojava ji hemû êrîşan biparêzin û diyar kir ku YPJ᾿ê hêza parastina jin e û dê hemû gelê rojava biparêze. Newroz Zagroz jî ku di nava refên YPJ᾿ê de cihê xwe digre da zanîn ku jinên Kurd gihiştiye dema ku mafên xwe bi dest bixe û got ku pêwîst e hemû jinên herêmê di nava YPJ᾿ê de cihê xwe bigrin û parastina herêmên xwe bikin.
QAMIŞLO
Silava û Xemlîn sembol in
Siyaset medarên Kurd berxwedana jinên Kurd nirxandin û diyar dikin ku Endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Silava û endama YPJ’ê Xemlîn Nûcan ku di pevçûnên dawî li Efrîn jiyana xwe jidest dan nirxandin û dan zanîn ku jinên Kurd di nava YPJ’ê de dê bibin sembola berxwedana zêrîn a gelê Rojavayê Kurdistanê.
Cîgirê Sekerterê partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Wehdê) Mistefa Meşayix derbarê berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Meryem Mihemed bi nasnav Silava û Bêrîvan Qilindir bi nasnav Xemlîn Nûcan nerînên xwe anî ziman û diyar kir ku jina Kurd di nava dîrokê de cihê xwe yê taybet girtiye.
Meşayîx , diyar kir ku gelê Kurd comer de û ev tişt got: “Di dîroka gelê Kurd de gelek jinên Kurd fedekarî kirine, ev nîşan dide ku jina Kurd mîna mêr bi erkê xwe yê netewî radibe. Ji ber vê yekê em serê xwe li ber berxwe van jinên Kurd di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz dinirxînin. Gelê me kesên mîna şervanên xwe yên jin mîna Silava û Bêrîvan ji bîr nakin û em ê navê kolan û Dibistanan li ser navên wan bikin. Ji ber vê yekê ez wek endamê ENKS’ê bang li hemû ciwanên Kurd ên ku koçber bûne dikim di nava şoreşê de cihê xwe bigirin, di herêmên xwe de bimînin û tevî hemû rewşan jî tevlî nava Refên hêzên parastinê ji YPG’ê û Asayîşî bibin.”
Sekerterê Partiya Demokratî Kurdistanî li Sûriyeyê Silêman Silêman jî derbarê şervanên YPJ’ê yên ku di pevçûnên li Efrînê de jiyana xwe jidest dan, nirxand û wiha got:” Jina Kurd di nava dîrokê de, her dem li kêleka mêr karê xwe kiriye û niha dest bi parastina herêmên xwe kiriye. Gerek em wek Kurd serê xwe bi jinên xwe bilind bikin, jina Kurd îro di qadên şer de jiyana xwe ji dest dane . Silava û Bêrîvan dê bibin sembola berxwedana Rojava û em soz didin ku em ê saziyên xwe û dibistanên xwe li ser navên Silava û Bêrîvan jiyana xwe jidest dane qeydbikin. Em ê nehêlin navê wan windabibe.”
Serokê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro jî derbarê heman mijarê de da zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê gelek qurbaniyên azadiyê dane û ji bo azadiya gelê xwe parastinê dikin, jin û ciwanên Kurd ji bo berxwedana li dijî komên çekdar li qadane, ez wek sekertertê Yekîtî dibêjim ku şehadeta van jinan cihê rêzgirtin û berxwedanê ye û wiha got:”Hêviya min e ku hemû gelê me bibin mîna Silava û Bêrîvan ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe jidest dane. Wê bibin sembola berxwewdana gelê Kurd, ez ji malbatên wan sersaxiyê dixwazim û ez hêvî dikim ku fermandariya YPG’ê bi karbe bi hêza gelê Kurd re bibe yek dengî li berxwe bide.”