Di daxuyaniyê de fermandariya YPG’ê diyar dike ku hêzên YPG’ê hêza hemû gelê herêmê ye û dê bi îradeya xwe ya azad bi fermana Desteya Bilind tekoşînê bike û herêmê biparêze.

 Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YPG'ê her dem bi erk û berpirsyariyên xwe aşkere kirine û daye nîşan dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê  li ser bingeha mafê parstinê yê rewa ji bo parastina hemû pêkhteyê li Sûriyê û Rojavayê Kutsistanê têkoşîn dike, li ser van esasan dîrokeke bi rumet ya têkoşîn, fedekarî û bexwedana ji bo parastina gel û welat li şûn xwe hiştiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku YPG'ê rê na da ku hêzên rêjîmê û Artêşa Azad li seranserî Sûriyê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan pêk bînin. Fermandariya Giştî ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de got ku hêzên wan bû ye saziyeke netewî ya gel, ev rastî di komferansa yekemîn ya YPG'ê de bi biryara ku YPG'ê wê girêdayî Desteya Bilind a Kurd be bi encam bû, jixwe bi milyonan Kurd daketin kolanan û bi yek dengî gotin ku Desteya Bilind a Kurd nûnerê meye.

Komplo tên organîze kirin

 Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘‘Di dema ku yekîneyên me di pêvajoya têkoşînê de ne û parastina rewa dikin, rastî gelek lîstok û komployên hin hêzên hundir tên. Careke din mixabin ku hêzên me ewqas berxwedan û fedekarî nîşan da. Piştî evqas şehdet ku di şerên bê hempa ku hêzên me li seranserî sînorên Rojavayê Kurditanê yê 500 kîlomirî dirêjin nîşan da ye û li dijî komên tarî û çeteyên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê/Eniya  El-Nusra û hevkarên wan ji artêşa azad şer dikin. Hin hêzên Kurd û yên Kurdistanê lîstok û komployan li dijî hêzên me YPG’ê ku bûye saziyên netewî, pêk tînin.’’
 Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hin navendên çapemeniyê li dijî hêzên YPG’ê xistine nava tevgerê û êrîşeke reşkirinê pêk tînin.  Ev navendên behsa mijarê ku rastiyan berovajî dikin, dixwazin gel û YPG'ê ji hev dûr bixin, ev kiryarên reşkirinê êdî plankrî û bi hevkariya hin hêzên li dijî iradeya gelê Kurd têne lidarxistin.
 Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hewldanên hin aliyan ku dixwazin hêzên YPG’ê bi partiyeke siyasî ve girêbidin, wan bi sûcên cuda tewan bar bikin û bi vê yekê hêzên YPG’ê weke hêza yek alî bidin nîşan dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş û plan bi armanca têkbirina hêza gelê Rojava ya çekdar pêk têk û wiha dom kir:‘‘ Em wek hêzên YPG'ê van hewldan û planên qirêj şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku neyên van lîystokan, ev yek xelexe  ji rêzexelekên komploya li dijî şoreşa Rojavane, em ê van xelekan jihev belav bikin û bavêjin goristana dîrokê. Em van kiryarên li dijî berjewendiyên gelê me şermeza dikin û wan kesên ku di navan van hewidanan de ne hişyar dikin û ji wan re dibêjin ku ev riya îxanetê ye. Em careke din bang li gelê xwe yê berxwedêr dikin ku li hemer van kiryarên îxanetê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.’’
 Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hin kes li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî tevdigerin û daxuyanî wiha pê de çû: ‘‘Emê bi hevkariya di nava YPG û Gel de, bi silogana YPG'ê misogeriya hebûn û rizgariya me ye em ê bibin bersiva herî dijwar li dijî hemû sîxur û hemû hevkarên wan, ji xwe bersivdayîna gel ya banga sederberiya me rastiya vê yekê nîşana da ye.’’
 Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê careke din destnîşan bike  ku ji bo parastina gel li dijî hemû awayên êrîşan liber xwe bidin, li dûrî hemû aliyên siyasî de bi  îradeya xwe ya serbixwe û fermana DBK de tevbigerin û li dijî hemû dijminên hundir û derve têbikoşe, dîroka xwe ya şoreşgerî ji bo her kesî nîşan bidin, em zarokên gelê xwe yê berxwedêrin û ji bo gelê me ber bi azadiyê ve pêtir bikev berdêl çibe YPG’e amade ye.

QAMIŞLO