Ji bo Konferansa Êzîdiyan a ku dê di 18-19'ê cotmehê de li Sumerparkê pêk bê li Salona Civînê ya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê hate lidarxist in. Di civînê de Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan û endamên amadekarên konferansa Êzîdiyan amade bûn. Di civînê de ewil Parlementer Altan Tan axivî û diyar kir ku dê sibê cara yekemîn li Amedê konferansekê ji bo Êzîdiyan li dar bixin. Tan, da zanîn ku dê ji Tirkiyeyê, Kurdistanê û welatên Ewropayê zêdehî 100 delegeyên Êzîdî beşdarê konferansê bibin. Tan, destnîşan kir ku gelê Êzîdî gelê herî qedîm a Rojhilata Navîn e. Tan, anî ziman ku ji ber gelek pirsgirêkan û ji bo ola xwe, kevneşopî û dîroka xwe karibin bijîn, li gelek xakên cîhanê belav bûn. Tan, derbirî ku dê Êzîdiyên ku li her derê cîhanê dijîn beşdarî konferansê bibin û pirsgirêkên aborî, çandî, ziman, civakî û her wekê din nîqaş bikin û li bendewariya ku encamek baş jê derkeve.

'Me xiyanetê li vê xakî nekiriye'

Piştî Tan hunermendê Êzîdî Amele Goktaş jî, da zanîn ku ew dê sibê konferansekê pir pîroz li dar bixin. Goktaş, destnîşan kir ku her çiqas di ser Êzîdiyan de 73 ferman derbas bibin jî wan ziman, ol, çand û dîroka xwe ya qedîm parastiye û wiha got: "Ji ber van fermanan em Êzîdî li gelek welat û xakên li cîhanê belav bûn. Em ji vî xakî xeyîdîne an jî ev xak ji me xeyîdiye ez wî nizanim, lê tiştê dizanim ku me xiyanetê li vê xakî nekiriye. Me li ser vê xakî bi zimanê Kurdî axivî, dema em ji vê xakê koçber bûn jî, bi herkesî re heta me berê xwe dida rojê û xwedayê xwe re jî bi zimanê xwe diaxivî. Cara yekemîn e ku Amed dilê xwe ji me Êzîdiyan re vekir. Em pir pir kêfxweş in." Goktaş, anî ziman ku di hemû şikeft, newal, çiya û baniyên ji Botan bigire heta şikeftên Heskîfê dîroka Êzîdiyan veşartiye. Goktaş, diyar kir ku berê 365 gundên Êzîdî li herêma Amedê hebû lê niha tenê mane 6 kes. Goktaş, da zanîn ku niha hemû Êzîdiyên welatparêz li benda weşanan in ku dê gelo di konferansê de çi derkeve, gelo dê dîsa fermana qetlîamê derkeve an jî xêrxwaziyek derkeve ne. Goktaş, anî ziman ku ew hêvî dikin dê xêr û xweşî derkeve.
Piştî Goktaş, Endamê Amedakarê Konferansê Mahmut Çolpan, di hêla hejmara Êzîdiyan de agahî da û wiha got: "Li Kurdistanê 374 Êzîdî hene. Li welatên Ewropa jî di navbera 110-120 hezarî de ne. 700-800 Êzîdî li Başûr dijîn û li rojavaya Kurdistanê jî nêzî 100 hezar Êzîdî dijîn." Çolpan, diyar kir ku ji bilî Êzîdiyan dê nûnerên olî û bawermendên din jî dawetî konferansê kiriye.

  DÎHA/AMED