Serokê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih diyar kir ku li rexmê bi ser wan de ferman hatiye jî, hîna jî hinek partî siyaseta xwe ya qurbankirina Êzîdiyan dimeşînin û got; “Em hînê berdêla siyaseta hinek partiyan didin. Bila baş bizanin ku em ê dest ji doza xwe bernedin.”

Duyemîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ´ê bi ser gelê Êzîdî li Şengalê de anî, nêzîk dibe. Gelê Êzîdî yê ku ji fermanê rizgar bû û li çiyayên Şengalê bi cih bû, li rexmê hemû zehmetî û bêderfetiyan jî têkoşîna xwe dewam dike. Êzîdiyên çiyayê Şengalê diyar dikin ku ew ê dest ji warê xwe Êzîdxana pîroz bernedin.


Siyaseta valakirina Şengalê

Têkildarî rewşa Şengalê ya piştî fermanê, her wiha helwestên hinek partiyên ku dixwazin bi rêya zext û ambargoyê Şengalê vala bikin, Serokê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih, ji Rojnewsê re axivî û got; “Di dîroka Şengalê de, Şengal her tim bûye qûrbaniya siyasetên derdor. Gelê me heya roja îro di bin polîtîkayên qirêj ên wekî şewitandinê de ye. 147 gundên me yên li çiyayê Şengalê hatin rakirin û xelkê wan ji cihê wan dûrxistin. Li deştê 12 navçe hatin çêkirin û ev 40 sal in ku gelê me li van herêman dijî û xizmet ji bo dewletê kir. Lê heya roja îro ku 74 ferman jî rabûn, dewletê ti xizmet ji bo wan navçeyan nekir.”

 

‘Armanc valakirina Şengalê bû’

Xidir Salih got, armanc ew bû ku Êzîdiyan ji gundên wan ên dîrokî yên li çiyayê Şengalê bi dûr bixin û ji bo vê aboriya wan ji destê wan derxistibûn. Salih wekî din got, "Her wiha beşek mezin jî kiribûn bin destê partiyekê, û wan jî polîtikayên xwe yên qirêj li ser gelê me dida meşandin."

Xidir Salih bi bîr xist ku îro jî hîna 10 hezar mirovên wan wenda ne, 5 hezar ji van jî jin û zarok in. Salih got, Êzîdî bi çanda xwe ve girêdayî man û xwe li desthilatdariyê jî digirt û weha dewam kir: "Ew partiyên Kurdî yên girêdayî dewletên derve, piştî rejîma Baasê di sala 2003’an de hilweşiya û vir de, ew partiyên Kurdî yên xêrnexwaz hemû destê xwe dirêjî Şengalê kirin. Yek ji sedemên wê yekê ku fermana 74’an bi serê me de hat, ew bû ku gelê me dibin desthiladariya partiyan de bû. Gelê me wisa bê rêxistin û xwedî mabû, her kesî li gel partiyeke siyasî bû ji bo berjewendiyên xwe kar dikir û ti kesî kar ji bo Êzîdxanê nedikir, wan gelê me îhmal dikir. Dema  fermanê milet rêyeke ku rast piştevaniya wan bike nas nekir, ji bo vê yekê hemû belav bûn. Di Şengalê de 400 hezar Êzîdî hebû, piştî fermenê li çiyayê Şengalê 50 hezar nemaye.”


Ne Iraq û ne jî Herêma Kurdistanê 

Serokê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih ji partiyên niha li Şingalê got, ew di dema fermanê de li gelê me xwedî derneket, gelê me bê parastin hêlan, ne Iraq û ne jî Herêma Kurdistanê xwedî li gelê me derneketin. Tenê YPG û gerîlayên HPG’ê li gelê me xwedî derketin.”

 

Şengalê bi temamî rizgar nakin

Têkildarî rizgarnebûna tevahiya Şengalê heya niha jî, Xidir Salih got, ji ber ku partiyên siyasî hata niha bi berjewendiyên xwe difikirin û nahêlin ku Êzîdî xweser bijîn. Dereng mayîna rizgarkirina van gundan ji aliyê hêzên ku li Şengalê şer dikin ew e ku bazar li ser tê kirin û dixwazin ku berî Şengalê bi temametî rizgar bikin, li hev parve bikin û parçe bikin. Ev pîlanên hanê ji aliyê partiyê desthilatdar wekî PDK’ê ve tên kirin."

Serokê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih wekî din îşaret pê kir ku eger ev partiyên siyasî bixwazin di nava hefteyekê de Şengalê bi tevahî wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin û Êzîdî li xaka xwe vegerin.

 

Li dijî fermanan YBŞ û YJŞ´ê

Xidir Salih ji bo girîngiya YBŞ û YJŞ´ê û asayîşê jî got, "Da ku ew ji îro û pê ve li gelê xwe xwedî derkeve û rê li ber fermanan bigire.  Hêviya me ji gelê me ye ku dev ji partiyên siyasî berde û were li Êzîdxana pîroz xwedî derkeve û ji bo pêşeroja vî gelî kar bike."

"Xidir Salih 3’ê Tebaxê ji bo Êzîdiyan weke rojeke reş bi navkir û got, "Em dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî vê rojê wekî Roja Şengalê ya Cîhanî bi nav bike".

Serokê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih weha dawî li axaftina xwe anî: "Bila her kes di serî de NY û PDK bizanibin ku em dev ji doza xwe bernadin û heta ku em Êzîdxanek xweser ava nekin, em ê dev ji vê dozê bernedin û mafê xwe bixwazin. Banga me li miletê me ew e ku xwe nespêre ti kesî û li benda ti kesî nemîne, were Êzîdxanek xweser ava bike. Ji ber ku ti partiyên siyasî û kesayet ji me re nakin, divê em bi xwe bikin.”



SADIQ XELÎL / RÊBER ŞINGALÎ/ROJNEWS / ŞENGAL