Kurdên li Rûsyayê, bi çalakiyên cihê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, protesto kir.
Li Komara Xweser a Adigeyê û li bajarê Çekyabînskê yê Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya saziyên Kurdan, tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin. Di çalakiyan de çalakgerên grevên birçîbûnê jî hatin silavkirin.
Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Bêrîtanê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê didome û gel diçe serdana çalakgeran. Li ser navê çalakgeran hat gotin, “Divê em faşîzma Tirk têk bibin û Rêbertiya xwe azad bikin. Ev tişt berpirsyarî û peywira her Kurdê bi rûmet e.”
Bi pêşengiya Komeleya Civata Êzîdiyan a li bajarê Çelyabînskê jî tecrîd hate protestokirin. Kurdên li Çelyabînskê li Navenda Çanda Kurd a Çelyabînskê hatin ba hev û tecrîdkirina Ocalan protesto kir.
Endamê KNK’ê Sêvdîn Azad di çalakiyê de axivî û got, “Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me. Dewleta Tirk ji bo qirrkirina Kurdan ti sînoran nas nake. Divê gelê me van lîstikan bibîne û têkoşîna xwe xurt bike.”
ANF / MOSKOV