Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî derbarê wê nûçeyê de daxuyaniyeke da got; “Min jî pêr ev nûçe di malperan de xwend ku qaşo wan sînorê Iraqê binpênekiriye lê min ew yekê nedît ku bibêjê Pêşmerge dijî PJAKê şer kiriye”.
Yawer got; “Gelo diçe aqilê tu kesekî ku Pêşmergê dijî welatê xwe şer bike, me dehan carî teqezî li ser helwesta hikûmeta herêmê kiriye ku em hêrgiz dijî PJAK û PKKê şer nakin. Bêguman ew daxuyanî dûr in ji rastî û derew in lê ez nizanim axir ew berpirs bi rastî wiha gotiye an gotineke wiha hatiye çêkirin.”
HEWLÊR
'Ziyana gundiyan dê bê qerebûkirin'
Parêzgarê (walî) Hewlêrê Newzad Hadî ragihand ku ajeldarên ser sinor hatine haydarkirin ku vegerin cihên xwe yên berê û ew dê alîkariya darayî pêşkêşî malbatên ku kesûkarên wan di êrîşên Îranê de hatine kuştin, bikin.
Newzad Hadî got, “Lêqewmiyên bombardûmanên artêşa Îranê yên bo ser sinorê Herêma Kurdistanê dê bi du awayî bên qerebûkirin. Ya yekê dê alîkariya darayî pêşkêşî wan bê kirin û ya duyê jî ajeldarên ku ji ber êrîşên Îranê zozanên xwe bi cih hiştine, hatine haydarkirin ku vegerin zozanên xwe û hikûmet dê bo wan êm, xwê û av dabîn bike.”
Li gor zanyariyên heta niha hatine belavkirin di encama êrîşên Îranê de 4 welatiyên Herêma Kurdistanê hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne ku sala borî de keçikeke 14 salî hatibû kuştin.
Lêjneya mafên mirovan dê serdana sînorê bike
Endama lêjneya mafên mirovan a parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf, diyar kir, şandeyek lêjneya mafên mirovan, serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin, bike.
Eşwaq Caf, diyar kir ku, çend rojên din, dê şandeyek ji lêjneya mafên mirovan a parlamentoya Iraqê, serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên vê dawiyê ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin, bike û raporekî derbarê zirar û ziyanên xelkê deverê amade bike. Caf, got, endamên şandeyê, dê digel malbatên aware yên gundên sînorî yên hatine topbarankirin, bike û ji nêzîk de, rewşa wan bişopîne û raporekî li ser vê yekê amade bike û pêşkêşî hikûmeta Iraqê bike bo qerebûkirina wan.
HEWLÊR