
Komplo bi ser neket
Bedran Çekdar: "Ez komployê şermezar dikim. Rêber Apo li Kurdistanê tevgerek û têkoşînek da destpêkirin. Rastiya şerekî ku demek dirêje didome heye. Serokatiyê xwet bi rêbazên aştiyane û siyasî pirsgirêkê çareser bike. Ji bo asteng bikin komplo pêk anîn. Kurdistan ji taybetiya xwe ya jeopolîtîk rastî êrîşan hatiye her tim. Kapîtalîstan her tim Kurdistan mêtînger kirine. Ji ber ku serokatî li dijî stratejiya wan asteng bû komplo lê kirin. Di encama vê komployê de xwestin şerê kurd-tirk bidin destpêkirin. Xwestin di şexsê rêber Apo de, PKK’ê û gelê kurd tune bikin. Xwestin serokatiyê bikişînin xeta xwe. Lê têkoşîna ku Rêber Apo di girtîgehê de ev vala derxist."
Rojava bersiva herî baş e
Şaho Rêbîn: "Armanca komploya navnetewî ev ku îradeya gelê kurd bişikînin. Piştî Rêber Apo girtin xwestin gelê Kurd bê îrade bihêlin. Niha tevgera kurd ji her demê zêdetir bi hêz e û aktoreke herî mezin ya Rojhilata Navîn e. Ev jî nîşan dide ku komploger negihiştine armanca xwe. Berxwedana Rêber Apo, tevgera me û gelê me ev vala derxist. Bersiva herî baş ya ji bo komployê şoreşa Rojava ye."
Divê Ocalan azad bibe
Zîlan Întîkam: "Bê guman armanca komployê tunekirina Rêber Apo û gelê kurd bû. Xwestin felseya ku Rêber Apo bo mirovahiyê pêş xist tune bikin. Lê berxwedana Rêber Apo û têkoşîna tevgera azadiyê pîlana wan pûç kir. Bi taybet ligel ciwan û jinên kurd, li Yewnanîstanê Elefteryayê bedena xwe bo serokatiyê dan ber Agir. Pêşeroj û azadiya xwe bi Rêber Apo re dîtin. Di şexsê serokatiyê de xwestin tevgera kurd, gelê kurd û Rojhilata Navîn dîl bigirin."
Fikrên Ocalan zindî dibe
Rojhat Garê: "Armanca komployê di şexsê Rêber Apo de tunekirina gelê kurd bû. Rêber Apo û gelê kurd li dijî berjewendiyên hêzên navnetewî asteng bûn. Xwestin kurdan tune bikin û berjewendiyên xwe bikin bin garantiyê. Armanceke din ya vê komployê ev bû ku gelê kurd û tirk bînin hemberî hev. Lê negihiştin armancên xwe."
Jiyana xwe da gel
Avaşîn Yilmaz: Ez bi lanetkirina rojê dest bi axaftinê dikim. Serokatiya me bi îdeolojî û felsefeya xwe li dijî pergalê astengiyek mezine. Ji ber vê komplo pêk hat. Komplo bi konseptek hevpar pêk hat. Serokatî van hêzan wek tehdîdek mezin dibîne. Armanca wan ev bû îdeolojiya serokatiyê ji holê rabikin. Lê tu car negihiştin armanca xwe. Rêber Apo li Îmraliyê bi sekneke mezin komplo parçe kir. Li rojhilata Navî Kaosek heye. Îro bi şoreşa Rojava re îdeolojiya serokatiyê, paradîgmaya civakî wek yekane alternatîf li Rojhilata Navîn hebûna xwe diparêze. Em tenê azadiya gelekî armanc nakin, hedef nakin. Îdiaya me eve ku em şoreşa herêmî pêk bînin."
Azadî nêz e
Erdal Herekol: "Tê zanîn ku ji bo Rojhilata Navîn bê mêtîngerkirin ev komplo tê kirin. Yek ji van komploya 15’ê Sibatê ye. Di serhildana Agiriyê de dewleta tirk got ‘Kurdistana xeyalî li vir hatiye çalkirin’ ev komplo pêk aniye. Rêber Apo li dijî vê Modernîteya Demokratîk pêş xistiye. Îro di şoreşa rojava de bi awayekî şênber xuyaye ku komplo vala hatiye derxistin. Gelê me modernîteya demokratîk li Rojava şênber dike. di 2014’an de çi dibe bila bibe emê Rêber Apo û gelê kurd azad bikin.
Têkoşînê xurt bikin
Menal Bagok: "Pegala kapîtalîst ya cîhanê tu car nexwest pegala Rêber Apo bê pêşketin. Ji ber vê komplo pêk anî. Her kes dizane ku Rêber apo ji bo azadiya gelan têdikoşe. Derketina serokatiya me ya Sûriyeyê bo çareserkirin a pisgirêka gelan bû. Dîsa zext li ser zêde bûn. Di komploya 15’ê sibatê de rola hêzên navnetewî zêde ye. Ji ber vê komplo xwedî karektereke navnetewî ye. Ji ber vê divê em komployê bi giştî vala derxînin."
DÎREN ROJ / MERVAN ARÎ /ANF/BEHDÎNAN