Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan daxuyaniyek da û got, "Di 6'ê Gulana 1972'an de sê şoreşgerên mezin ên Tirkiyeyî hatin darvekirin. Em, faşîzma 12'ê Adarê ya ev darvekirin pêk anî şermezar dikin û li pêşberî bîranîna şoreşgerên mezin ên di 6'ê Gulanê de hatin darvekirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."

KCK'ê diyar kir ku yek ji nuqteyên werçerxa dîroka siyasî Tirkiyeyê 6'ê Gulanê ye û got, "Di 6'ê Gulanê de sê Pêşengên şoreşger hatin îdamkirin, lê ya winda kir dewlet bû, ya bi ser ket jî têkoşîna demokrasî, sosyalîzm û azadiyê bû. Ev yek, di dîroka Osmanî û Tirkiyeyê de, di asta wesf û karaktera têkoşînê de, pêngavekê vedibêje. Ruhekî milîtanî yê mezin û naverokeke îdeolojîk daye têkoşîna bindestan a li hemberî dewletê. Ruh û vîneke têkoşînê ya ku dewlet ti carî nema karibe binpê bike, bi şehadeta van şoreşgeran re derketiye holê. Dewleta Tirk, hêzên mêtînger û zextdar heta ji wan tên hewl didin hêza têkoşînê û ruhê raperîner ê civakê bişkînin, lê nikarin bişkînin. Di vir de têkoşîna Denîzan û sekna wan a li ber sêdarê xwedî roleke diyarker e."


Bersiv demokrasî û azadî ye

Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Têkoşîna roja îro ya PKK'ê ya li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn, tê wateya dewamkirina mîrateya van şoreşgeran û temsîlkirina wan bi şêweyê herî baş e. Di roja îro de PKK bi têkoşîna xwe re ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke siyasî ya têkoşîna hevpar û biratiya gelan, dimeşîne. Bersiva herî rast a li bîranîna Denîz, Huseyîn û Yûsûfan, demokratîkkirina Tirkiyeyê, azadkirina Kurdistanê û li ser vê bingehê pêşîvekirina li armanca afirandina cîhanek û Tirkiyeyeke dûrî mêtîngerî û zextdariyê, ye. Gelekî girîng e ku di roja îro de di nava HDP-HDK'ê de hêzên siyasî yên ji kevneşopiya Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakkayayan hatine cih digirin. Ev gaveke girîng e. Ji bo dilsoziya bi bîranîna şehîdên 6'ê Gulanê û hemû şehîdên Gulanê, divê hêzên demokrasiyê bi hevkarî têkoşînê berfireh bikin. Bersiva herî baş a li bîranîna şehîdên 6'ê Gulanê wê ev be.


Li Kurdistanê giyana wan zindî bûye

Ruhê Denîzan îro li Kurdistanê bi xurtî ketiye meriyetê. Derfet bêhtir hene ku Tirkiye bi xurtî rabe ser piyan. Denîz û hevalên wî ev 43 sal in li pêşiya vê têkoşînê dimeşin. Di roja îro de pêwîste Kurd, Tirk, hemû gel û civatên etnîkî û olî di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi pêşengiya Denîzan de cih bigirin û di pêşengiya van şehîdan de têkoşînê bi ser bixînin.

PKK'ê bi pêşengiya Rêber Apo re, di serî de bi Hakî Karer û Kemal Pîr bi hemû rêhevalên şehîd re, mîrateya Denîzan û Mahîran mezin kiriye û gihandiye vê rojê. Niha dem hatiye ku em vê danehevî û pêşketina mezin bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re bikin yek û têkoşînê bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û şoreşgeran dikin bibin yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna Denîzan, xwedîderketina li mîrateya wan, pêşvebirina têkoşîna wan dubare dikin û li pêşberî bîranîna wan careke din bi rêzdarî bejna xwe ditewînin." 


 ANF/BEHDÎNAN