Ugur namzetê BDP'ê yê Hevserokê Şaredariya Xîzan a Bedlîsê ye. Ugur diyar kir ku bi hilbijartinên 30'ê Adarê re dema Şaredariya Xîzan bi dest bixin, wê bi gel re bi rê ve bibin û wê çareseriyan ji pirsgirêkên navçeyê re peyda bikin.


Mîna gundekî ye

Ugur diyar kir ku Xîzan bi serhildanên xwe yên beriya Komarê di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet e û got, tevî ku Xîzan di sala 1936'an de bûye navçe jî hîn jî wek gundekî xuya dike, gelek pirsgirêkên navçeyê yên wek, ava vexwarinê, kanalîzasyon rê û hwd. hene û gelê Xîzanê ev yek heq nekiriye. Ugur da xuyakirin ku heta roja îro navçe ji aliyê malbatan û rantên şexsî ve hatiye rêvebirin û wiha domand: "Em ê şaredartiyeke ku gel esas digire pêş bixin. Feraseta me ya şaredartiyeke demokratîk, zelal, beşdar û azadîxwaziya cins heye."

Projeyên me pir in

Ugur, destnîşan kir navçe bi xwezaya xwe mîna bihuştekê ye û hema hema her fêkî û sebze lê çêdibe. Ugur di vê mijarê de wiha got, "Mirov wer dizanin ku findiq tenê li Derya Reş şîn tê; lê belê li erdnîgariya Kurdistanê jî findiq tenê li Xîzanê çêdibin. Gûzên wê bi nav û deng in. Şembelotên wê jî navê xwe ji gundekî Xîzanê girtiye negihiştiye cihê heq kiriye. Emê bazarên semtan vekin da ku welatî karibin tiştên xwe bifiroşin." Ugur anî ziman ku ji bo pêşxistina sewalvaniyê jî projeyên wan hene û wê bazara sewalan çêbikin. Dîsa li Çiyayê Panor wê xebatên çandina daran bidin destpêkirin.

Dê Xîzan nû bibe

Ugur, destnîşan kir ku 90 sal in, li navçeyê tiştek nekirine û wiha domand, "Bêguman armanca me ne ev e ku em şaredariyê qezenc bikin. Armanca me pêşxistin û avakirina yekîtî û tifaqa gelê kurd e. Em ê, bi hev re Xîzaneke nû ava bikin. 

DÎHA/BEDLÎS