Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê êrîşa hawayî ya Rûsya û rejîma Sûriyeyê li ser noqteyên QSD'ê yên li Dêra Zorê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş şaştiyeke stratejîk e.
Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têkildarî bombebarana noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bakurê Dêrazorê, ji aliyê balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ve daxuyaniyeke nivîskî da.
Desteya Rêveber di destpêka daxuyaniyê de berxwedana şervanên Pêngava Bagera Cizîrê silav kir û şîfa xêrê ji birîndar re xwest. Û di daxuyaniyê de got: "Bi pêveçûnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li dijî DAIŞ‘ê li Reqa û Dêrazorê û rizgarkirina sivîlan ji zulma DAIŞ‘ê re, balafirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bombebaran kirin. Ev êrîş şaştiyeke stratejîk e ji aliyê Rûsiyê ve. Ji ber ku ev yek xizmeta DAIŞ‘ê dike û temenê wê dirêj dike. Li aliyeke din jî aloziya Sûriyê kûrtir dike û mayîna gelê me li Dêra Zorê di bin zilma DAIŞ‘ê de dirêjtir dike. Ev êrîş yasayên şerê li dijî terorê û nirxên exlaq bin pê dike.
Wekî din em teqez dikin ku ev êrîş wê îradya şervanên me yên leheng û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê têk nebe, berevajî vê yekê wê pêngava Bagera Cizîrê Dêra Zorê rizgar bike û pêngava Xezeba Firatê jî wê Reqayê jî rizgar bike. Herî dawî em bang li civaka navdewletî, hêzên koalîsyonê yên li dijî terorê dikin ku desteke bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li hember van êrîşan bisekinin."
NAVENDA NÛÇEYAN