Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF’ê. Karayilan şerê li Farqînê qewimî nirxand û diyar kir ku agirbesta yek alî ji bo rawestandina kuştinan ne bes e. Karayilan diyar kir ku sedemê bûyera li Farqînê ew kesên ku leşkeran ji bo bo operasyonan şandine wir e û nerazîbûn nîşanî spekulasyonên çapemeniya Tirk a derbarê bûyerê de da. Her wiha Karayilan bal kişand ser bûyerên nijadperest û lînckirinên yên li ser Kurdan jî û bang li Kurdên li metropolan dijîn kir ku xwe biparêzin, dîsa bang li Kurdên ku nikarin xwe biparêzin kir ku vegerin Kurdistanê.
Karayilan bal kişand ku kuştinên mirovan tenê bi agirbestekî yek alî nayê rawestandin û got; “Ango, ger tu dixwazî kuştinên mirovan rawestînî, divê aliyê din jî ê şer were rawestandin. Lê ger aliyekê bibêje ez çalakiyan radiwestînim, aliyê din jî guhdarî vê yekê neke, bibêje heta ku keysê min hebe ez ê operasyonên bi armanca kuştinan ranewestînim, wê demê wê kuştin û windahî jî çê bibin.”
Karayilan got; “Ji serê werza biharê ve li Amanosê 7, piştre li Dêrsimê 7, li Bazarcixê 3, herî dawî jî li Qilabanê 10 hevalên me û li gelek cihan gelek hevalên me yek bi yek jiyana xwe ji dest dan. Evane hemû jî di encama operasyonan de jiyana xwe ji dest dan. Em ê li hemberî vê yekê çi bikin? Ji ber wê jî ji hêzên me re hatiye gotin ku ‘Xwe biparêzin, xwe li hemberî leşkerên ji bo kuştina we derdikevin operasyonan biparêzin’. Ev biryareke ya rêxistina me ye. Ji ber ku xweparastin mafek e. Li hemberî kesên ku tên te bikujin, divê tu xwe biparêzî. Ev mafek ê hemû zindiyan e.”
Karayilan wiha axivî; “Bûyera li Farqînê qewimî jî di vê çarçoveyê de qewimîye. Ango yekîneke mezin a leşkerî, ji bo dîtin û kuştina gerîlayan dest bi operasyonê kiriye” û destnîşan kir ku sedemê vê bûyerê jî kesên ku leşker dişînim operasyonan in.

'Berpirs yên fermana operasyonan didin in'
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan wiha domand; “Sedemê vê bûyerê kesên ku leşkeran dişînin wir û biryar operasyonan didin in. Yên ku derdikevin kolanan dixwazin me tehşîr bikin û gelê me lînc bikin, bila pêşî hesabê ji kesên biryara van operasyonan bidin, saziyên ku çiya bi çiya, gir bi gir leşkeran dibin operasyonan û nêçîra gerîlayan bipirsin. Ji ber ku berpirsê vê yekê ew in. Bi salan e ku em vê yekê dibêjin. ‘Agirbesta yek alî nabe. Agirbesta yek alî kuştina mirovan bi dawî nake. Ger hûn naxwazin leşker bêne kuştin, leşkeran dernexînin serê çiyayan û rewşa bêçalaktiyê ya gerîlayan hûn jî bibînin. Hûn ê bi vî awayî rê li ber pêvajoya aşitiyê vebikin û hûn ê vê pirsgirêkê ji binî ve çareser bikin.’ Lê hikûmeta AKP’ê xwe nêzî vê yekê nake.
Karayilan bal kişan ser nûçeyên spekulasyon ên ku piştî bûyera 14’ê tîrmehê li Farqînê qewimî, di çapemeniya Tirk de hatin belavkirin û got; “Di vî warî de şerek cidî yê psîkolojîk li hemberî tevgera me tê meşandin” û wiha domnad; “Tu dibêjî qey di nava tevgera me de baz hene, kevok hene, senaryoyeke wiha çêkirin. Îdîayên pir bê bingeh û ji rastiyê dûr avêtin holê. Lê bila her kes bizane ku tevgera me yekwucud e. Ev yek. A duwem jî tu pirsgirêkên vê tevgerê bi Rêbertiyê re tune ye û nabe jî. Lê teoriyên ku weke nakokî heyî nîşan didin diavêjin holê.”
Karayilan destnîşan kir ku ji ber Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê jî pir bêzar in û got; “Ji Eniyê pir bêzar in û dixwazin parçe bikin.

'Qetilkirina gerîlayan nabînin'
Karayilan got; “Bo mînake, ger di bûyera li Farqînê de ne 20 leşker, 20 gerîla jiyana bi xwe ji dest bidana, wê ev derdor nerazîbûnek wiha nîşan bidabana? Na. Heta belkî wê hinek ji wana ji bo vê yekê li çepikan jî bixistibana.”
Karayilan, diyar kir ku piştî şerê li Farqinê li hemberî kurdan êrîşên lîncê dest pê kir û Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berpirsê lîncê serokwezîr e. Serokwezîr di gotina xwe de ‘ Bila li benda nêzîkatiyeke baş nemînin’ helwesta xwe ya li hemberî kurdan nîşan da. Polisên tirk niha terorê li hemberî gelê kurd pêş dixe. Li Sêrte du roj beriya niha li hemberî konê sersaxiyê ya ku 50 û 60 kes rûniştî êrîşek pêk hat. Endamên meclisa şaredariyê, şaredar û hwd ji êrîşê re rû bi rû man. Polîs çi kir? Polîs ket nav welatiyan êrîşê van kir. Berpirsê vê yekê serokwezîr e. Biratî û edalet wiha ye? Wijdan û demokrasî wiha ye? Hûn ê şaredarên bajar û navçeyan dirêjî erdê bikin û piştre bibêjin em hurmetê nîşanê vîna wan didin. Ev hurmeteke çawa ye? Herî dawiyê li Erziromê li hemberî kedkarê kurd êrîş pêk hat. Serokwezîr wê vê bûyera Erziromê çawa pênase bike. Nivîskar, rojnameger û qunciknivîs bi nivîs û nûçeyên xwe gelê tirk tehrîk dike. Heke em niha kurdan re bibêjin hûn jî êrîşê tirkan bikin, wê çi bibe?”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, got ku hespê ku hikûmeta tirk û çapemeniya tirk siwar bûye hespeke xelet e û wiha axivî: “Heke hûn alîgirê tundiyê bin, ev tundî dê Tirkiyeyê parçe bike. Ji ber ku êdî gelê kurd nayê tepisandin û bi kuştinê jî nayê teslîmgirtin û ev sînor ji holê rabûye. Ji ber vê em dibêjin ku bi dildarî yekitiya civakê pêk bê, her wiha ji bo yekê qebûl bikin divê di serî de rastiyê re rû bî rû bin. Em bangî gelê kurd ên ku li metrepolên Tirkiyeyê dijîn dikin û dibêjin bila ewlehiya xwe bigirin, pergala xwe ya parastina xweser pêş bixin. Divê gele kurd neyê provokasyonê û xwe bi rêxistinkirî biparêze.”

'Xweserî mafekî xwezayî ye'
Karayilan, wiha bangî gelê kurd kir: “Çapemeniya tirk roja îlankirina Xweseriya Demokratîk û çalakiya ku li Farqîna Amedê pêk hatî berovajî dike. Ne mimkun e ku agahiya gerîlayan roja îlankirina Xweseriya Demokratîk hebe. Her wiha ne mimkun e ku agahiya endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî roja çalakiya ku li Farqinê pêk hatî hebe. Ji ber ku hêzeke tevgere û li kû û kîjan demê şer biqewime ne diyar e.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, di axaftina xwe de bal kişand ser Xweseriya Demokratîk û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Xweserî ji hêla qanûnên navneteweyî ve wekî maf hatiye qebûlkirin. Dewleta tirk nikare vî tiştî înkar bike û xwe ji dûr bixe. Bi têkoşîn, ked û bedela bi salan a gelê kurd Xweseriya Demokratîk derket holê. Çend dewleta tirk vî tiştî qebûl neke jî, gelê kurd dê bi hêza xwe û têkoşîna xwe dê Xweseriya Demokratîk pratîze bike. Amûr û derfetên gelê kurd heye ku daxwaz û projeyên xwe pratîze bike. Têkoşîna Azadiyê niha ketiye merheleyeke gelek girîng. Ji ber vê jî Xweseriya Demokratîk dê pirsgirêkan çareser bike. Ev pêvajo dîrokî ye, pêvajoyeke çareseriyê ye û dema serkeftinê ye.”

ANF/BEHDÎNAN