Mehmet Okişikê 79 salî ye û 60 salin li Edeneyê zanaatkariya sefarê dike hewl dide ku pişeya xwe bide jiyîn. Okişikê li Edeneyê ji 4 sefarkaran yek e. Okişik bibirxist ku li Tirkiyeyê pîşeya sefarkariyê li ber windabûnê ve diçe û wiha pê de çû: "Ez ji vê pîşeyê hes dikim û heta ku sax bim ez ê vê pişeyê bidomînim û dev jê bernadnim. Carinan hevalên min ên berê sefarkariyê dikirin tên gel min û rojên berê bibîrdixin. Ez ji ziyareta wan hevalên xwe yên ji bo vê karê hewl didin memnun im."
Okişik, diyar kir ku ji ber ku karê wî wek berê ne zêde ye astengiyên aborî jî dijî û wiha got: "Bi pêşveçûna teknolojiyê sefarkarî ku çavkaniya jiyanê ye jî li ber mirinê ye. Piştî alumînyum, krom û hesin belavbû û piştî teyfikên plastîk derketin eleqeya bo sifirê kêm bû. Lê ligel hemû rewşan hewl didim ku ji bo debara xwe bikim têbikoşim."

Sefarkarî ji sedî 99 mir
Mustafa Saltikê ku demek li gel Mehmet Okişik çiraxtiyê kir derbarê pîşeya sefarkariyê hin agahiyan da. Saltik diyar kir ku xwarinên di sifiran de dihatin çêkirin hem kevneşopiyê dida jiyîn hem jî lezeta xwarinan dida der. Saltik da zanin ku di sala 1951'an de bi sefarkariyê mijul bûye û li gel Okişik bi çiraxçitiyê dest pêk kiriye û wiha pê de çû: "Piştî ku di sala 1968'an de çûm leşkeriyê û hatim bi baweriya ku ev pîşe miriye min dev ji vê karî berda û li konfeksiyonekî dest bi çiraxçitiyê kir."

Saltik, diyar kir ku piştî ku aluminyum, teflon û plastik belav bûn sifir êdî nayê tercih kirin û wiha got: "Aluminyum ji sifir erzantir e û piştî ku aluminyum derket sifir ji sedî 99 mir. Xwarinên ku di aluminyuman de tên çêkirin ji aliyê tenduristiyê jî nebaş e û bi erzantiyê tenduristiya mirovan jî tê erzankirin."

EDENE